Li Nisêbînê 2 polês birîndar bûn

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrîşa bi roket li wesayîta bi zirx a polêsan hat kirin, di encama êrîşê de 2 polês birîndar bûn.

Ekleme: 10.02.2016 11:40:00 / Güncelleme: 10.02.2016 11:40:00 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrîşa bi roket li wesayîta polêsên ku ji bona rakirina barîkatan nobedê digirtin hat kirin.Di êrîşê de 2 polês birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin êrîş vê şeveqê li Taxa Abdulkadîr Paşaya Nisêbînê pêk hat.Polêsên ku di êrîşê de birîndar bûbûn ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Hat hînbûn rewşa polêsan baş e.(ÎLKHA)