Encamnameya Hevdîtına Alimên Kurdistanê

Lİ Amedê ji teref Yekîtîya 'Aliman û Medreseyan ÎTTÎHADê ve bernameya "Hevdîtina Ulemayên Kurdistanê" hat lidar xistin. Piştê hevdîna alimên Kurdistanê encamnameya hevdînê hat xwendin.

Ekleme: 18.04.2015 19:00:02 / Güncelleme: 18.04.2015 19:00:02 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lİ Amedê ji teref Yekîtîya ‘Aliman û Medreseyan ÎTTÎHADê ve bernameya “Hevdîtina Ulemayên Kurdistanê”  Di navbera 10.00 û 6 nivê êvara de hat lidar xistin. Piştê hevdîna alimên Kurdistanê encamnameya hevdînê hat xwendin.

ji Kurdistana Sûrîye, Îran, İraq û ji Kurdistana Tirkîyeyê 750 alimên navdar beşdarî vê hevdîtinê bibin.

Bernameya hevdîtina ulemayan li ser ekranên Rehber Tv û Uzay Tv bi zîndî hat weşandin.

 Li Diyarbekirê, bi pêşîvantiya Yekîtiya ‘Alim û Medreseyan ÎTTÎHADê (Îttîhadul-ûlema wel-medarîsîl Îslamiyye), bi tevlîbûna ‘alimên ji çar aliyên Kurdistanê, “hevdîtina ‘alimên Kurdistanê” hat tertîbkirin.

Di hevdîtinê de mijarên wek di roja meya îro de mesûliyeta alimên warisê pêxemberan, heq û wezîfeyên wan; hişyariya Îslamî; dawet; pêwistiya yekîtiya ‘aliman ya ji bo xelasî û yekîtiya ummetê; mîsyon û mesûliyeta wan a ji bona xelkê Kurd bigihêjin heqên xwe yên însanî û Îslamî; medrese û pirsgirêkên wan, ji bo vê yekê gavên ku bên avêtin û lebatên xeyrî Îslamî hatine xeberdan.

Li ser vê encamnameya li jêr îttîfaq hatiye kirin: 

“’Alim warisê pêxemberan e û ji her halê ummetê mesûl in”

 Ev hevdîtin ji ber ku di vî warî de ya yekem e, destpêka xebateke pir muhîm û girîng pêk tîne. Ji vê hêlê ve, îrada ku gavên di pey vê de di çarçoveya şêwr û prensîban de, xebata muşterek û merhaleya ji teoriyê ketina emel û pratîkê ye hatiye nîşandan; gavên ji bo yekîtiyeke daimî, qewî û bilez hatine avêtin.

‘Alimên ku warisê pêxemberan e, di mijara hişyariya Îslamî û dawet û teblîxa Îslamî de, ji yekem dereceyê ve mesûl in. Ji wezîfeyên ewil ên ‘aliman e ku dînê Xweda bi însanan bidin naskirin, dawet û îrşada Îslamî bikin. Rewşa ummeta Îslamê ya halî hazir nîşan dide ku divê alim bêtir bixebitin û di mucadela li ber cehalet û îxtîlaf û xizaniya civakî de, bêtir rol bigrin ser xwe. Ji bo vê yekê hewce ye ku îmkan û derfet bên amadekirin û ji îmkanên heyî bi awayî herî zêde bê îstîfadekirin, her kes çi ji destê wî tê, divê bi xîret û fedekariyeke tam bike, hewla ku mesûliyeta wî çi dixwaze pêk bîne bide.

Ji bona ku nesla nû li gorî emr û nehyên Îslamê û urf û edebên ku çavkaniya wan baweriya me ye bigihên, divê bernameyên tehsîl û perwerdehê yên tekûz û berfireh bên amadekirin; di vî warî de seferberiya perwerdeyeke tam a Îslamî bê destpêkirin. Ev xisûsên di serî de ne ku divê ûlema, gavek berê gavekê dest bavêne wan.

"Alema Îslamê yekîtiya ummetê bilez dixwaze"

Alema Îslamê yekîtiya ummetê bilez dixwaze. Pengaveke herî muhîm a vêya jî ev e ku ‘ûlema bêyî ferqê têxin nav coxrafya, mezheb û meşreban, di navbera xwe de yekîtiyê pêk bînin. Heta ku alim îttîfaqê nekin, eşkere ye ku wê ummet îttîfaqê neke, ji ber vê yekê ji bo yekîtî û wehdeta ummetê, pêwist û hewce ye ku ‘ûlema, gotin û emelê xwe têxin pratîkê. Îxtîlaf û lidijîhevbûn tenê felaketê tînin serê ummetê. Helbet di mijara ‘ilmî de muzakerekirina îçtîhadên ji hev cûda, wesîleya rehmetê ye, lê belê niqaşên ku Îslamê ew qebûl nekirine û ji muslumanan re tu feydeya wan tune ye, di navbera ulema de zêde bibe, ji bo ummetê tenê dibin sedema pirsgirêkên mezintir. 

"Yek ji qewmên misilman ên ku herî zêde marûzî zulma emperyalîstan bûne qewmê Kurd e"

Yek ji qewmên misilman ên ku herî zêde marûzî zulma emperyalîstan bûne qewmê Kurd e ku heqên wan ên însanî û Îslamî ji wan hatine stendin. ‘Alim di meqamên temsîlkarên Îslama ku ‘edaleta mutleq û rakirina hemî zulmê kiriye armanc de ne. Ji ber vê yekê wezîfeya herî muhîm a ‘alimên Kurdistanê ew e ku qewmê Kurdên musluman bigihêjin heqên xwe yên însanî û Îslamî ku hatine xesbkirin û nehêlin ku qewmê Kurd ji heyateke Îslamî dûr bikevin û berbayê fikr û raman û lebatên xeyrî Îslamî bikevin. 

Xelkê Kurdistanê ji wexta ku misilman bûne û vir ve, qedr û rûmeteke mezin û girîng daye ûlema. Ji lew di vejîna vî xelkî ya ji nû de û di pêşketina wî de alimên roja me jî, weka heqîqeta ku di tarîxê de aliman rêzantî kiriye, divê bi mîsyon û mesûliyeta ku hildigrin, heqê xwe bînin cî, ji bona ji nû de û xurtir pêşxistina vî xelkê mustez’ef, divê mesûliyeta xwe ya rêzantiyê biqirartir pêk bînin. 

"Grûbên ku bi şaş şîrovekirina nessên Îslamî xwe kedî dikin, ji her zemanî bêtir zirarê didin alema Îslamê"

Di roja me de lebatên fikrî yên xeyrî Îslamî û grûbên ku bi şaş şîrovekirina nessên Îslamî xwe kedî dikin, ji her zemanî bêtir zirarê didin alema Îslamê. Heqîqeteke hatiye tecrûbekirin ku bi vana re encax bi alîkariya ‘ilmê meriv dikare mucadele bike. Ji lew ew ê encax ‘alimên bi ‘ilmên xwe ‘amil û di xetta wasatê de, karibin vê wezîfeya muhîm hildin ser milên xwe.

" Di tarîxê de alimên Kurdistanê li nav alema Îslamê ciyekî muhîm hilgirtiye"

Di tarîxê de alimên Kurdistanê li nav alema Îslamê ciyekî muhîm hilgirtiye. Alimên Kurdistanê, digel xizmetên xwe yên di warê ilm û îrfanê de, di seha siyasî de jî di yekîtiya ummetê de roleke girîng hilgirtiye. Di dewra xwe de Selaheddîn Eyyûbî, yekîtiya Îslamê pêk anîye û li hember emperyalîstan ummet kiriye yekwicûd û hêzeke mezin. Vejîn û bicankirina vê mîrasa wî, wezîfeke pêwist a alimên roja me yên neviyên wî ye.

Digel hemî mezlûmiyet û hatiye bipaşxistinê jî ev xelk bi şahidiya tarîxê, xwedî potansîyel e ku dikare ji nû de wehdeta ummetê pêk bîne. Saziya bi tenê ya ku wê vê potansiyela xwe îdraq bike û xelkê têxe hereketê jî, medrese û alimên wê yên bi qedr û qîmet in. Di vî warî de hevdîtina niha jî, potansiyela ku wê di wehdeta ummeta Îslamê ya bi temamî û bi terkkirina îftîraqê karibe seyra alemê biguherîne de bibe wesîleya rola serdest, di xwe de dihewîne, înşaallah.

" Ên hatine tesbîtkirin, dest bi hereketê bê kirin û diyaloga di navbera medreseyan de bê zêdekirin"

Ji bona ûlema mîsyona xwe bidomîne, divê ehemmiyeta ji medreseyên ku alim tê de digihên bê dayîn, di navbera medreseyên ku ji ber tunebûna îradeke jor a serdestiya Îslamî û ji ber îmkanên hindik ji hev cûda hewla ku li ser piya bimînin didin de yekîtî bê avakirin, ji perwerdeya ilmî re girîngiya hewce bê dayîn. Ji ber vê yekê divê ji bo çareserkirina mesele û pirsgirêkên medreseyan ên li vir hatine tesbîtkirin, dest bi hereketê bê kirin û diyaloga di navbera medreseyan de bê zêdekirin. Her wiha bi armanca ku hemî medreseyên li her aliyê Kurdistanê têkevin bin baneke jor û bigihêjin pozîsyonekê û bi vî awayî wezîfeya xwe ya eslî û şimûl bînin cî; ji bo gavên bilez ên wek di qewleke kin de mufredata muşterek, xebata hevpar, tesbîtkirina helwest û tewreke kollektîf û pevreyî, pevguhertina telebe û xwendekaran bên avêtin, îradeke muşterek hatiye diyarkirin. 

Beyana muşterek a beşdaran e ku ev hevdîtina destpêk di gaveke din de bibe însiyatîfek, têkeve şeklê ku helwestê bide tesbîtkirin û di çareseriyê de îrade û pratîkê bi pêş bixe.

Em bawer dikin ku ji bo berdewamiya vê teşebbusa bixêr, ew ê her beşdar di mijara xeyreta hewce de, tiştê dikeve ser milê wî bîne cî. Her wiha em ji Rebbê xwe dixwazin ku bike wesîleya xêrê.

Dawiya doza me hemdê Allahê Te’ala ye. (ÎLKHA)