• DOLAR 32.385
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2325.822
  • ...
 "Ev der temam bi cesedên şewitî yên însanan dagirtiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Trajediya Mislimanên Arakanî yên ku dibin hedefên êrîşên hovane yên eskerên Dewleta Myanmarê û çeteyên Bûdîst bênavber berdewam dike.Di dîmenên nû yên ku hatine bidestxistin de Mislimanên ku zilma ku tê kirin tînin zimên destnîşan kirin  mal û mizgeft digel însanên di nav wan de hatin şewitandin.

Mislimanekî Arakanî yê ku di dîmenan de diaxivî tiştên ku  ew ji wan re bûye şahid wiha axivî: “Li Bordarparaya ma 570 mal hebû.Ji van malan tevde 500 malan şewitandin.Dema ku ev mal hatin şewitandin kesên êxtiyar û zarok nikaribûn birêvin.Ew jî digel malên xwe şewitîne û bûn xwelî.Camiyan jî şewitandin.Naxwazin însan nimêj bikin.”

“Ev tiştên ku hûn dibînin cesedên şewitîne”

Arakaniyekî din di derbarê  videoya ku ew bi xwe qeyd kiriye de wiha axivî: “Ev gundê Porbîla bajêra Maungdawa Arakanê ye. Ev tiştên ku hûn dibînin cesedên şewitîne.Serê însanan jê kirine.Li vê derê 5 cesedên şewitandî tê dîtin. Ev der temam bi cesedên şewitî yên însanan dagirtiye.”

Mislimanekî Arakanî yê ku xwe bi navê Abdulmecîd Alam dida naskirin di dîmenan de tê dîtin ji ber îşkenceyên ku lê hatine kirin bi zehmetî diaxive.

 “Bi şivên hesinî  li me dan û bi botên xwe pehînan li me dan”

Abdulmecîd Alamê ku di 25ê Mijdarê de  ji mala xwe hatiye birin û gelek îşkenceyên giran lê hatiye kirin nikaribû birêve biçe,bi qasî ku di vîdyoyê de tê dîtin Alam tiştên ku hatine serê wî wiha tînê zimên: “Navê min Abdulmecîd Alam, navê bavê min jî Kiramat Alam.Digel min 10 kesan ji malan rahiştin û me birin mektebekê.Pêşî pî û destên me bi ta girê dan.Dû re jî me li ser dev û rûyan ve dirêj kirin.Dû re jî bi şivên hesinî li me dan û bi botên xwe pehînan li me dan. Ji ber îşkenceyên ku li min hatin kirin ez nikarim birêve biçim.”

Eskerên Myanmarê ji bo Mislimanan qetil bikin perwerdeya çekdarî didin gundiyên Bûdîst

 Li Myanmarê ji rexekî ve ev tişt diqewimin û ji rexê din ve jî derket holê eskerên Myanmarê ji bo Mislimanên ku ji ber qetlîamê hewil didin birêvin û derbasî Bangladaşê bibin qetil bikin perwerdeya çekdarî didin gundiyên Bûdîst ên li ser sînor.

Di dîmenên ku hatine wergirtin de tê dîtin eskerên Myanmarê perwerdeya çekên lûle dirêj ji pîrekan bi xwe re jî hîn dikin.

Mislimanên  li kampan acîl li benda alîkariyê ne

Mislimanên ku ji ber zilmê û wehşetê dirêvin û digihijin kampên penaberên li Bangladeşê dîsa bi gelek zehmetî û mişkîleyan re rûbirû dimînin.Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên heremî hatine wergirtin di serî zarok û her wiha temamê Mislimananên Arakanî yên ku li kampan dimînin ji ber şert û mercên neyînî şepirze bûne û li benda alîkariyê ne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir