Ji Tuncela DBPyî daxuyaniya balkêş
Daxuyaniya ku ji teref Hevseroka Giştî ya DBPê Sabahat Tuncel ve di heman seata êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê hat kirin de hat dayîn balan kişande li ser xwe.
Tuncel di daxuyaniya ku di wextê êrîşê de da de destnîşan kir ‘Êdî gotin hikmê xwe winda kiriye, roj roja berxwedanê ye.’
Li gor xebera ku di malpereke ku nêzî PKKê ye de hatiye weşandin de hat destnîşan kir Sebahat Tuncel û Hevseroka Giştî ya DTKê Leyla Guven ji ber ku parlementerên HDPyî hatine binçavkirin daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Tuncel di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ‘Êdî gotin hikmê xwe winda kiriye, roj roja berxwedanê ye.’
Ji rexê din ve ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat ragihandin êrîşa bombeyî ji teref PKKê ve hatiye kirin û ji rexê din ve jî dezgehên weşanê yên PKKê avahî, mal û kargehên ku di êrîşê de tahrîb bûne bi navê ‘Dîmenên ewil ji çalakîya ku li ewlehiyê hatiye kirin’ da weşanê ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.(ÎLKHA)