• DOLAR 32.346
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2308.082
  • ...
Şahid qala êrîşa bombeyî kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Li heman cihî, dîwar di ser pîrekekê de hatibû xwarê, pîrek bûbû piçik û parî”

Mehmet Cevat Çalişê ku ji êrîşa bombeyî re bûbû şahid di derbarê mijarê de destnîşan kir piştî êrîşê dengê teqîna çekan hatiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez diçûm li ser karê xwe , ji nişka ve teqîn pêk hat.Tam li ronahiyên bin mala polêsan de dema ku em disekinîn teqîn pêk hat.Digel teqînê dû derdorê girt û dengê çekan hat.Digel şofêr kesên ku di mînîbûsê de bûn gelek kes birîndar bûn.Rêwiyê li pey min bi tesîra teqînê di ser min de ket.Ji ber dengê çekan me nikaribû serê xwe rabikin.Xelk hewil dida ji wesayîtê derkeve.Hemd ji Xwedê re tiştek bi min nehat.Dema ku min serê rakir min dît ku gelek avahiyên derdorê xera bûne.Me hewil da bi hawara kesên birîndar ve bigihijin.Milê pîrekeke ku li rawestgehê disekinî qut bûbû, em çûn pê ve, dijiya.Me dixwast arîkariya wê bikin, lê ji ber ku îtfaye û ambûlans nehatibûn me nikaribû tiştekî bikin.Li heman cihî, dîwar di ser pîrekekê de hatibû xwarê, pîrek bûbû piçik û parî.Gelek kes birîndar bûbûn.Min nêzî 500 metro li derdorê geriyam, gelek kargeh û mal gelek zêde zirar dîtibûn.”

Kesê bi navê Muslum Ayik jî destnîşan kir dema ku teqîn pêk hat ew di xew de bû û wiha pê de çû: “Min qet ku erdhej çêbûye.Min cilên xwe li xwe kir û derketim derve.Li derve rewşeke wehşet hebû.Cesed li erdê bûn.Min bi xwe 2-3 cesed dîti.Dû re me ji kesên birîndar re arîkarî kir.Hûn a niha dibîni Diyarbekirê kirin Sûriye.”

“Ma ev xelkê siwîl vê yekê  heq dike ?”

Ayetullah Tekînê ku ji êrîşa bombeyî re bûbû şahid  jî diyar kir çawa ku wî dengê teqînê bihîst çû cihê bûyerê û wiha pê de çû: “Çawa ku min teqînê bihîst ez ji malê derketim. Hevalekî min li min geriya û ji min re got ku teqîn pêk hatiye dikan zirar dîtine.Min hewil da ez herim cihê kargeha xwe. Lê rê girtîbû. Ez ji wesayîtê pêya bûm. Menzereya ku min dît pir xirab bû.Birîndar hebûn.Min xwest ez arîkariya kesekî birîndar nikim lê di destê min de ma.Ez dû re hatim bi hêla dikana xwe de, dikana min zirar dîtibû.”

Tekîn di berdewama axavtina xwe ji êrîşê re bertek nîşan da û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em her cûrê terorê telîn dikin.Laneta Xweda li ser wan be. Ma ev xelkê siwîl vê yekê  heq dike?Ev xelk li kû derê dijî, ev xelk kî ye?Çima vê yekê dikin?”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir