• DOLAR 32.365
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2325.366
  • ...
 "Nexweşên Astim û KOAHê heta ku mecbûr nemînin bila dernekevin derve"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrê Tenduristiyê yê Bajêra Mêrdînê Dr. Mehmet Dervîş  di derbarê barana asîdê ya ku îxtîmal e li heremê bibarê de  hişyarî da û Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê Omer Acar jî destnîşan kir nexweşên Astim û KOAHê heta ku ne mecbûr nebin bila dernekevin derve.

Her weke tê zanîn DAIŞ ji bo êrîşên ku dê li Mûsilê bên kirin asteng bike êrîşî tesîsa kukurtê kiribû ku hat ragihandin îxtîmalê ev gazên bi jehr bi bayê re bên heremê.Ji ber vê xetereyê kesên pîspor di derbarê mijarê de hişyarî dan.

Midûrê Tenduristiyê yê Bajêra Mêrdînê Dr. Mehmet Dervîş  di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Îxtîmala roja înê ew sulfur dîoksît ango asîd  di nava baranê de li Mêrdîn, Hekarî û Şernexê bibare.Ji bo xelkê me ji vê yekê zirarê nebîne, bila tu kes dernekeve derve.Ava baranê bila tu kes bikar neyîne.Ava baranê venexwin û nedin heywanên xwe.Li derve li cihên vekirî nexebitin, şibaka û derîyan vekirî nehelin.Kesên ku nexweşiyên wan ên kironîk hene bêmaske dernekevin derve.”

Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê Omer Acar jî di derbarê mijarê de destnîşan kir bila kesên ku nexweşiyên Astim û KOAHê bi wan re heye haya xwe ji xwe bikin û dernekevin derve.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir