157 ton amonyum nîtrat hat bidestxistin
Di operasyonên ku li navçeya Hezroya Diyarbekirê hatin kirin de tevde 157 ton amonyum nîtrat hat bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve di derbarê mijarê hatiye dayîn de hat destnîşankirin di operasyonên ku li sînorên gundê Reşika Hezroyê ji teref cendirmeyan ve hat lidarxistin de 157 ton amonyum nîtrat hat bidestxistin. Li gor daxuyaniyê kesekî ku têkiliya wî bi bûyerê re heye jî hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)