Di cinayeta Cafer Gîzlî de rapora kesê pêzan hat weşandin
3emîn niştina doza Cafer Gîzliyê ku li Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek xwendevanên PKKyî ve hatibû qetilkirin doh hat dîtin, di niştinê de rapora kesê pêzan hat weşandin.
Her weke ku dê bê bîran Cafer Gîzlî li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komak xwendevanên PKKyî ve hatibû qetilkirin.Niştina sêyemîn a vê dozê doh hat dîtin.Di encama niştinê de, mehkeme dozê taloqî 27ê Berfanbara 2016an kir û di derheqê bertewan Mehmet Dursun de berdewama qerara girtîbûnê da.
Di dema niştinê de rapora kesê pêzan hat weşandin.Li gor raportê Cafer Gîzlî bi şikleke zanebûn hatiye hedef girtin û beriya ku Cafer qetil bikin koma xwendavanên PKKyî hazirî kirine û di vê cinayetê de îhmalkariya kesên rayedar jî heye.
Li gor rapora kesê pêzan kesê bersûc kêra ku ji berîka xwe derdixe di zikê Cafer Gîzlî de diçikîne.
Ji bo temamê rapora kesê pêzan bitikenin.(ÎLKHA)