Keştiya penaberan binav bû: 90 mirî
Li Libyayê keştiya penaberan binav bû, di encama binavbûna keştiyê de 90 penaber jiyana xwe ji dest dan.
Fîloya Lîbyayê di derbarê mijarê de destnîşan kir keştiya penaberên ku dixwastin derbasî Ewrûpayê bibin binav bû, di encama binavbûna keştiyê de 90 penaber jiyana xwe ji dest dan.
Hat hînbûn di keştiya ku binav bû de tevde 126 penaber hebûn û rewşa penaberên din hêj nediyar e.(ÎLKHA)