Birûsk li cihê ku esker lê nobed digirtin ket: 2 birîndar
Li navçeya Misirceya Sêrtê birûsk li cihê ku esker nobed lê digirtin ket, di encama ketina birûskê de 2 eskerê ku nobed digirtin birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di encama ketina birûskê de eskerekî bi navê Fuat Kinay giran û eskerekî ku navê wê hêj nehatiye hînbûn bûn jî sivik birîndar bû.
Eskerên birîndar rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)