• DOLAR 32.365
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2325.366
  • ...
Rojnamevanên biyanî di qampên penaberan de de çi dikin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber şerê navxweyî ya Sûrî bi sed hezaran penaber ji mal û warê xwe bûn. Ev miltecî dûvre di qampên di serî de Tirkiye Lubnan û Urdunê de hatin bicîkirin.

Hinek penaber geh di bajarên ku çûne wir de karên xwe bixwe dikin û geh jî di serî de pişesazî gelek karan de dixebitin da ku jiyana xwe bidomînin.

Ji ber şerê navxweyî ya ku di bin tehekûma bloqên Şerq û Xerba emperyalîzmê de bi sed hezaran Misliman mirin. Zarok, extiyar û pîrek bûn hedefa bombeyan. Sûrî bû axa ku di erdnîgara Îslamê de qet ax û nalîn xelas nabe.

Mislimanên ku ji şerê Sûrî revîn ji bo ku li heyatê bimînin koçê welatên cûr bi cûr kirin û li derên ku çûn di qampan de hatin bicîkirin. Penaber di qampan de bi xeterê re rû bi rû man.

Sûryeyiyên ku di herêma Rojhilata Başûr de li qampan hatine bicîkirin bi taybet dibin hedefa kesên biyanî yên ku bi nasnameya rojnamevantiyê diçin wir.

Gor agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê bi destxistiye hinek rojnamegerên ku tê diyarkirin ehlê Fransayê ne di qampên penaberan a ku nêzî sînora Tirkiyê ne de bi taybet bi qîzên ku hevzayend in û malbatên wan tune û meyldar in ku xwe bikujin re hevdîtin dikin.

Tê ragihandin ku ew rojnamevanên bi wan kesan re hevdîtin dikin nimreyên telefonên wan, heke heye e-maîlên wan û hesabên wan ên medyaya vivakî dixwazin. Wek hûrgilî agahiyên wan bixwe û yên malbatên wan ji wan distînin.

Hinek Sryeyiyên ku div an qampan de dimînin ragihandin ku ji hinek welatên Ewrûpayê endamên medyayê yên ku baş Erebî dizanin diçin qampan û di şûna rojnamevantiyê karên din dikin. Ev yek pir bala wan dikêşe.

Hinek Sûryeyî destnîşan kirin ew guman dikin ku hinek rojnamevan bi wesîla tercûmanab bi penaberên ku hevzayend, ji xwekuştinê re meyldarin, pirsgirêkên wan ên derûnî hene û trewma derbas dikin re dikevin têkiliyê.

Her wiha nişteciyên qampê diyar kirin ku ev rojname dîmenên leşker, polês û ewlehiya taybet dikêşin û lê cil û bergên wan mêze dikin wek pirs ji me re dibêjin kîjan ji wan leşker, kîjan polês û kîjan ewlehiya taybet e. Nişteciyan diyar kirin ku rojnamevan vîdyoî dîmen  dikêşin û dema ku ew leşker û polêsan dibînin diltirs dibin.

Di demake nêzîk de di bergeha hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de di derheqê “Henrî Barkeyê Dîrektorê Bernameya Rojhilata Navîn The Wîlson Canter” de hatibû ragihandin ku têkiliya wê bi hewldana derbeyê heye.

Her wiha tê mereqkirin ku bi sedan kes li ser navê nasnameya rojnamevantiyê tên herêmê. Kes nizane ku ev çawa û ji teref kê ve dikevin nav van qampên penaberan. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir