• DOLAR 32.357
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2307.392
  • ...
Konferansa "Geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Aksarayê bi navê “Geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiye” konferansek hat lidarxistin. Mehmet Yavuzê nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê wek gotarvan di bernamê de axivî.

Nivîskar-Rojnamevan Mehmet Yavuzê ku beşdarê bernamê bû bal kişand ser geşedanên ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimin û diyar kir ji bo ku ev bûyerên diqewimin baş werin fêmkirin divê ku mirov li dîrokê mêze bike.

Yavuz wek destpêk diyar kir ku wira erdnîagar Îslamê ye. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bu ku bûyerên li erdnîgara Îslamê diqewime baş werefêmkirin divê ku mirov berê li plana paş a dîrokî mêze bike. Heke em vê plana paş a dîrokî fêm nekin dê em nezanin ku bûyerên 6-8ê Cottmehê, 15ê Tîrmehê û bûyerên Geziyê çawa qewimîne.”

“100 sal berê Peymana Sykes-Pîcot hat îmzakirin”

Yavuz bal kişand ser Peymana Sykes-Pîcotê. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Ciwanên bi qîmet! 100 sal berê di sala 1916yan de Peymana Sykes-Pîcot hat îmzakirin. Dema ku di sala 1916yan de Împaratortiya Osmaniyan di bergeha siyaseta ku xeyalperestên Xerbî avêtin holê hereket kirin berê Efrîqayê ji dest dan. Dûvre di Herba Cîhanê ya 2 yemîn de ji ber ku Osmaniyan ji nîşka ve bû pêşveçûna Xerbê re rû bi rû man û bi çewtiyên ku îdarevanên Osmaniyan kirin vê carê Girava Erebîstanê ji dest da. Dûvre Îngilîstan, Franse û Ûris hatin cemhev li ser xerîteya vê erdnîgara Îslamê pergel hat danîn û bi vê yekê wek irqî û mezhebî sînorên van welatan dabeş kirin. Ji ber ku me got em nikarin pirsgirêkên sala 2016an bi yên sala 1923an re analîz bikin kesên ku orf û edetên xwe ji dest dane bi hespên truvayê êrîşê me kirin û em bi bûyerên 15ê Tîrmehê re rû bi rû man. Di vê bewrgehê de ferq di nabeyna rêxistinên ku ji vê yekê re xizmet dikin de tune.”

“Di nabeyna 6-8ê Cotmehê û 15ê Tîrmehê de qet ferq tune”

Yavuz ragihand ku di nabeyna 6-8ê Cotmehê û 15ê Tîrmehê de qet ferq tune. Dûvre Yavuz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di nabeyna kesên ku serê Yasîn Boru perçe kirin, ji şaneşînê avêtin, bi wesayîtê ji ser de derbas bûn dûvre jî cesedê vê şewitandin û pîrekên bê heya yên ku zilxitê lêdan û  kesên bê heya yên ku bi tankan li ser ewladên vê welatê derbas bûn de tu ferq tune.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir