• DOLAR 32.522
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2434.511
  • ...
Berteka gundiyan projeya saziya avêtiyên hişk da betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Çinara Diyarbekirê di Gundê Xecitaya hezar û 500 nifûsî de gundiyan ji ber ku ji saziya avêtiyên hişk ên ku dê ji teref şaredariya mezin û Wezîrtiya Hawîrdor û Bajarvaniyê ve bihatiba sazkirin bertek nîşan dan hat betalkirin.

Gundiyên ku çendîn caran ji teref şaredarî û PKKê ve hatine tehdîtkirin û li wan teklîf aruşvetê hatiye kirin heta şantiyeya saziyê meşiyabûn û bertek nîşan dabûn.

Berteka gundiyan bala Rêvebirên Wezîrtiya Hawîrdor û Bajarvaniyê kişand û ji wezîrtiyê lijneke çûm dera tesîsê lêkolîn kirin. Rêvebirên ku dîtin tesîs kêleka gund e projeyê îptal kirin.

Ji nişteciyên gund Nedîm Aker betalbûna projeya tesîsê nirxand. Aker ragihand heke ku ev tesîs bihatiba sazkirin dê gundê xwedî hezar û 500 nifûs mexdûr bibûna.

Aker destnîşan kir ku di qonaxa sazkirina tesîsê de şaredarî wan xapandiye. Dûvre Aker wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku me tesîsê nedixwest şaredarî navê me da Qandîlê. Wan ji me re gotin dê sazî li ser 300-400 doniman were sazkirin. Lê nêzî 2 hezar donim erdê me ji me sitandin. Ji ber ku em bi heywandariyê re mijûl in me misada vê yekê nekir. Nêzî 20 hezar heywanê me heye.”

“Zabiteyan bi çek kirin û berê wan dane me”

Aker destnîşan kir kesên ku nedixwestin tesîs were sazkirin ji teref şaredariyê ve hatine tehdîtkirin. Dûvre Aker wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku me tesîsê nedixwest şaredariyê navê me da Qendîlê. Dema ku tehdîta wan pere nekir ruşwet teklîfê me kirin. Dûvre dema ku wê jî pere nekir zabiteyan bi çek kirin û berê wan dane me. Ev dîmen hemî qeydkirî ne. Heke ku ev tesîs bihatibûya sazkirin pêwîst bû ku tevahiya gundiyan ji vir biçûbana.”

 “Gund û tesîs di nav hev de bû”

Aker diyar kir piştî ku berteka wan a ji bo vê saziyê ji teref rêvebiran ve hatiye dîtin midaxale hatiye kirin: “Rêvebir bi helîkopterê li ser merayê zivirîn. Pêwîst bû ku herî kêm tesîs ji gund 3 km dûr bibûya. Lê bes 300 metre dûr bû. Gund û tesîs di nav hev de bû. Ji ber vê yekê rêvebiran projeyê betal kirin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir