• DOLAR 32.318
  • EURO 35.121
  • ALTIN 2292.994
  • ...
"Divê ku dewlet bê hincet mexdûriyetan çareser bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bal kişand ser kesên ku ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin û destnîşan kir pêwîste ku dewlet ji xwe re tu hincet nebîne û di derbarê van mexdûriytan de gav bavêje.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di civînê de kesên ku ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin anî bibîranîn û ji ber ku hinek rêvebirên hikûmetê wek axavtina gotine dê darizandina ji nû ve ya ji bo mexdûran barê hikûmetê giran bike bertek nîşan da.

Yapicioglu ragihand ku gelek kesên dîndar di encama komplo û qumpasên FETO de hatine girtin û ji bo vê yekê mînaka herî eşkere komên Îslamî yên Meletî ne.

Yapicioglu diyar kir ku hakim û dozgerên FETO îtiraf kirine ku wan gelek dozên ku kesên Îslamî pê mexdûr bûne pejirandin lê hinek rêvebirên hikûmetê gotine dê darizandina ji nû ve ya ji bo mexdûran barê hikûmetê giran bike bertek nîşan da. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Daxuyaniyeke wiha di tu zemîneke hiqûqî de tune. Wek Însanî , Îslamî û siyasî ev helwesteke rast nîne. Daxuyaniya wek zêdeyiya însanên mexdûr a jî darizandina ji nû ve ya dosyeya mexdûran dê ji hikûmetê re bibe bar maqûl û mentiqî nîne. Jimara kesên ku mexdûr bûne çiqas zêde dibe bila bibe û darizandina vê yek barê hikûmetê çiqas giran dike bila bike ferq nake. Heke li dereke meumiyet û neheqî hebe û heke ev yek di bin navê edaletê de pêk hatibe dewleta ku wezîfeya wê ew e ku edaletê pêk bîne divê ku tu behane û hincetê nebîne di derheqê mexdûriyetan de gav bavêje. Heke kesê di serê dewletê de birêz Serokkomar wek daxuyanî dibêje ‘Mixabin di vê welatê de ev 5,10 û 15 sale ku hemwelatiyên me di zindanan de umrê xwe pûç kirine’ di derbarê vê yekê de azayên din ên dewletê di derbarê vê yekê de çi ji destê wan tê bikin.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir divê ku pergala serokatiyê di zemîneke baş de were nîqaşkirin. Her wiha Yapicioglu diyar kir ku di van rojên dawî de hêdî hmdî di derbarê pergala serokatiyê de agahî tê dayîn.

Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Mînak dayîna desthilatiya feshkirinê ya meclîs û derokê, hilbijartina 2 caran a serokatiyê ya ji bo 5 salan… Tabî ev hinek serenavên bingeh in. Dema ku Tirkiye hûrgiliya vê yekê bibîne dê di derbarê pergala serokatiyê de nirxandineke çêtir bike.”

Yapicioglu diyar kir roja ku pirsgirêka PKKê ji salên 80yan de dest pêkiriye heta niha rêvebirên dewletê pirsgirêkê wek bingeha pirsgirêkê asayîş û aborî dibîne. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Pirsgirêk kevintir bû. Rast e. Têkiliya pirsgirêkê bi asayîş û aboriyê re hebû. Lê têkiliya vê pirsgirêkê bi civakî û siyasiyê jî heye. Divê ku ji her aliyê ve li ser vê yekê bê sekinandin û pirsgirêk were çareserkirin.”

Di dawiya axavtina xwe de Yapicioglu di derheqê êrîşa ku li Koma Dogrumedyayê hatibû kirin de axivî. Yapicioglu wiha diyar kir: “Êrîşa ku wek çekî li saziya çapemeniyê û li rojnamevanan an jî li saziya wan hatiye kirin bi tu wechê nayê qebûlkirin. Em bi tûndî şermezar dikin. Wezîfeya eewlehiyê ya di derbarê vî yekê de ew e ku êrîş ji teref kê ve hatiye kirin zelal bike û bi raya giştî re parve bike.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir