• DOLAR 32.368
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.19
  • ...
 "Dayka min bi hesreta Yahya, rihê xwe teslîm kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yahya Mîrzaoglu ev bû 23 sal ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin.Di naveyna van 23 salan de pêşî bavê wî rehmet kir dû re jî dayka wî rehmet kir.Zekiye Mîrzaoglu doh êvarî dora seat 22.00an de rehmet kir.Xwesteka herî dawî ya Zekiye Mîrzaoglu dîtina lawê xwe be.Lê belê dayîk negihaşte mirada xwe dawî û bêyî dîtina lawê xwe rihê xwe teslîm kir. Hat hînbûn dê ji ber hesreta lawê xwe bi êşa kanserê ketibû. Dê Zekiye Mîrzaoglu doh di derdora seat 22.00an de çû rehma Xwedê û li Goristana Egilê  hat definkirin.Malbat di derbarê mijarê destnîşan kir ew ji Serdozgeriya Komarê daxwaz kirine da ku Yahya berî ku diya wî wefat bike cara dawî  diya xwe bibîne, lê ev teleba wan nehatiye qebûlkirin.

 “Dayka min bi hesreta Yahya, rihê xwe teslîm kir”

Îlyas Mîrzaogluyê ku kekê Yahya Mîrzaoglu ye piştî karên definkirinê di derbarê mijarê de  wiha axivî: “ Berî ku diya min wefat bike me muracatî Serdozgeriya Komarê kir da ku diya min Yahya bibîne.Lê belê ev daxwaza me nehat qebûlkirin.Em xemgîn û dil bi keser in. Dayka min bi hesreta Yahya, rihê xwe teslîm kir.Li vê dinayayê xwediyê mezlûman Xweda ye.Êdî tu hêvîya me ji rayedarên dewlet û birêvebiran nema.Ji kesên ku pereyên wan hene re, ji hinek kesên ku li pişta wan hin hene ne re heq tê dayîn.Edalet heye lê ne ji bo hemû kesî ye.Edalet ji kesên bi hêz re heye, lê belê ji kesên mezlûm û xerîban re nîne. Haya kekê min ji mirina dayka me nîne.Me serîlêdana xwe kir û em ê dîsa jî bikin.Lê bersivekê nadin.”

Di derbarê mijarê de Songul Aktopraka ku xwişka Yahya Mîrzaoglu ye di derbarê mijarê de destnîşan kir Yahya ev bû  25 sal ku di girtîgehê de bi şikleke neheqî û belesebeb tê girtin û  wiha li axavtina  xwe zêde kir: Eziyetên ku bi kekê min dan kişandin  bi me jî dan kişandin.Di bin van eziyetan de bavê min û diya min wefat kirin.Em ji bo kekê xwe yê ku dayîna dersa Qur’anê û di rêya Xwedê xizmet kirin jê re wek sûc hatiye dîtin edaletê teleb dikin.Ji ber ku edalet nîne em Misliman her tim eziyetê dikşînin.Em wan kesên ku vanan bi me didin kişandin hewaleyî Xwedê dikin.

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şêxmûz Tanrikulu jî beşdarî merasîma definkirinê bû.Tanrikulu piştî merasîmê di derbarê mijarê de wiha axivî: “Divê ji Yahya Mîrzaoglu re destûr bê dayîn da ku beşdarî taziyeya diya xwe bibe.Pêwîst e qanûn ji bo hemû kesî wek hev bin û divê ev yek di pratîkê de jî bê nîşandan.”

Tanrikulu di dawiya axavtina xwe de ji Xwedê ji bo Zekiye Mîrzaoglu rehmetê  û ji naskirîyên wê re jî sebrê teleb kir.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir