• DOLAR 32.33
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2283.071
  • ...
Yapicioglu êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hat kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hat kirin şermezar kir û destnîşan kir çawa ku ji êrîşên din ên ku li sazîyên çapemeniyê hatine kirin bertekeke tund tê nîşandan pêwîst e bi heman awayî li vê êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hatiye kirin re jî divê  bertek bê nîşandan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Xarpêtê endamên Îhya-Derê yên di derheqê wan de doz hatibû vekirin û dû re beraat kiribûn ziyaret kir.Yapicioglu di dema ziyaretê de ji endamên Îhya-Derê re daxwazên silametiyê anî zimên û di derbarê êrîşa ku li Rojnameya Dogruhaberê hatiye kirin de daxuyaniyek da.

Yapicioglu di daxuyaniya ku di derbarê êrîşê de da de wiha destnîşan kir : “ Ji Xweda re şikir ku di êrîşê de tiştek bi tu kesî nehat.Lê belê di her halî de ev êrîşa ku li saziya çapemeniyê hatiye kirin tiştekî nebaşe.Em vê êrîşê bi şikleke tund şermezar dikin. Ev êrîş ji teref kî ve hatibe kirin divê bê şermezarkirin.Pêwîst e çapemenî vê yekê taqîb bike.Dema ku êrîş li saziyeke çapemeniyê dihat kirin gelek sazîyên çapemeniyê  ji vê re bertek nîşan didan.Em ê jî binêrin ka kî  ew ê ji bûyerê çiqas bertek nîşan bide?”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir