• DOLAR 32.355
  • EURO 35.113
  • ALTIN 2308.135
  • ...
"Dê em xwe kerr nekin!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Weşana Rojnameya Dogruhaberî Abdullah Aslan piştî ku êrîş li Koma Medyaya Dogru hat kirin axivî. Aslan ragihand ku dê ew rêya xwe ya heqîqet a di derbarê vî yekê de bidomînin. Dê ew nesekinin û xwe kerr nekin.

Êrîş li dijî Koma Medyaya Dogru a ku di nav xwe de Rojnameya Dogru, Rehber TV, Înzar, Nîsanûr, Nur Çocuk, Kelhaamed dihewîne hat. Êrîş li binesaziya fiber û xeza xwezayî ya avahiyê hat kirin.

Koordînatorê Weşana Rojnameya Dogruhaberî Abdullah Aslan êrîşa ku hat kirin ji ÎLKHAyê re nirxand. Aslan wiha axivî: “Armanca vê êrîşê ew bû ku Rojnameya Dogruhaberê bidin kerrkirin. Lê pêwîst e ku herkes vê yekê bizane ku dê Dogruhaber ji rastiyê qet şaş nebe.”

“Pêwîst e ku herkes vê yekê bizane ku dê Dogruhaber ji rastiyê qet şaş nebe”

Aslan ragihand ku êrîş di derdora saet 03.00an de hatiye lidarxistin. Dûvre Aslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li ser agahdarkirina şîrketên ewlehiyê hevalên me ji vê yekê haydar bûne. Êrîşê 2 kesan pêk aniye. Êrîş wek çekî û molotofî pêk hatiye. Helbet armanca kesên ku vê êrîşê pêk anîne heye. Armanca wan qaos û bêaramî ye. Hewl didin ku gor xwe Dogruhaberê budub kerrkirin. Lê pêwîst e ku herkes vê yekê bizane ku dê Dogruhaber ji rastiyê qet şaş nebe.”

“Bila tu kes nebêje ku dê bi tûndî û qewetê çapemeniya me were kerrkirin”

Aslan wiha pê de çû: “Wek çekî û molotofî êrîş lix eza xwezayî hatiye kirin. Dema şewata ku bi molotofê pêk hatibû hatiye tefandin ev armanca wek êrîşî pêk nehatiye. Hemd ji Xweda re be ku bi vê yekê beriya tifaqeke mezin hatiye girtin. Kesên ku êrîşê pêk anîne xwestine ku gor xwe peyameke bidin. Armanca me ew e ku ji 1ê Mijdarê pê ve rojnameya me êdî bibe rojane. Dibe armanca wan ew e ku vê yekê bidin sekinandin. Em jî ji vir ji kesên ku vê êrîşê pêk anîne re dixwazin vê yekê bibêjin; Înşaellan dê em rojnameya xwe ji 1ê Mijdarê pê ve bikin rojane. Dê em rastiyên ku dizanin bînin ziman. Pêwîst e ku herkes vê yekê bizane ku dê Dogruhaber ji rastiyê qet şaş nebe. Bila tu kes nebêje ku dê bi tûndî û qewetê çapemeniya me were kerrkirin.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir