• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Umeta Îsalmê divê ku pirsgirêkên nav xwe hewalê hêzên emperyalîst neke"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Xarpêtê civîneke çapemeniyê lidar xist. Yapicioglu di civînê de operasyona Misûlê, pergala serokatiyê, mexdûrên 28ê Sibatê û yên FETO nirxand.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Xarpêtê civîneke çapemeniyê lidar xist. Yapicioglu di civînê de operasyona Misûlê, pergala serokatiyê, mexdûrên 28ê Sibatê û yên FETO nirxand. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêzên navneteweyî li wê herêmê bicî bûne. Kesên ku xwe wek xelaskar didin nîşandan û çawa ku berê digotin; ‘em hatine we xelas bikin’ axên me îşqal dikin, zarokên me dihêlin hêtîm û xwîna me dirêjin.”

Yapicioglu bal kişand divê çawa ku li Misûlê şer heye wekê wê derê em Heleb, Xeze, Misir û gelek welatên Îslamê yên din ji bîr nekin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gor me divê tişta ku ji ber çavên me neçe ev e; ji ber rewşa Misûlê gelek hêz li Misûlê bicî bûne. Hêzên navneteweyî li wê herêmê bicî bûne. Kesên ku xwe wek xelaskar didin nîşandan û çawa ku berê digotin; ‘em hatine we xelas bikin’ axên me îşqal dikin, zarokên me dihêlin hêtîm û xwîna me dirêjin. Emrîkayê ku 10 hezar KM dûr hatiye nahêle ku welatên cîran têkevin wir. Ev yek jî şaşomaşo ye. Divê ku hemî welatên Îslamê mijara Misûlê danin beriya xwe û li ser wê yekê bisekinin. Nexwe hatina emperyalîstan a li herêmê gor berjewendiya gel nîne.”

Yapicioglu di derbarê pergala seokatiyê de jî axivî. Yapicioglu ragihand ku wan ji roja ewil pêve ragihandine ku nîqaşa di derbarê vî yekê de di çarçovekî baş de nayê rêvebirin.

“Wek HUDA PAR em ne piştgirî didin pergala serokatiyê û ne jî li dijî wê pergalê ne”

Yapicioglu diyar kir ku ji bo pergalê nîqaş nayê kirin. Berevajî li ser kesayetan nîqaş û gengeşe tên kirin. Dûvre Yapicioglu wiha axavtina xwe domand: “Gor me divê ku erênî û neyîniya vê pergalê were nîqaşkirin da ku gel bibîne pergala serokatiyê çiye û dê çawa bibe. Dûvre ku biryara xwe bide. Mimkûn nîne dema ku mirov di derbarê tişteke ku nizane de biryarek baş bide. Wek HUDA PAR em ne piştgirî didin pergala serokatiyê û ne jî li dijî wê pergalê ne. Heke ew diyar bikin ku dê pergaleke serokatiyê ya çawa bînin dê em jî gor wê yekê biryara xwe bidin gel ika em piştgirî didin pergalê an ne.”

Yapicioglu di derheqê geşedanên ku herî dawî li herêmê diqewime de jî nirxandin kir. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “PKK saziyeke wisa ye ku ji roja derketiye holê heta îro herkesê aciz dike. Tûndî wek rêbazeke herî baş dizane. Wan piştî siyaseta çalan a par teşebusa xwekujê kirin. Wan karîn ku niçika siyasî ya xwe jî bixin nav çalan.”

“Kesên ku dibêjin ji bo mexdûrên 28ê Sibatê rêya hiqûqê vekiriye diyar dikin ku dê ji bo wan verastkirineke qanûnî nekin”

Yapicioglu gotina Serokkomar Erdogan a wekm; ‘Mixabin hemwelatiyên me yên ku ev 15 sal e di hindir de ne hene. Ev jî bûn. Niha me firset dît ku em vê yekê sererast bikin.’ anî bibîranîn û dûvre wiha axivî: “Kesên ku dibêjin ji bo mexdûrên 28ê Sibatê rêya hiqûqê vekiriye diyar dikin ku dê ji bo wan verastkirineke qanûnî nekin. Ev yek tezad e. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir