• DOLAR 32.598
  • EURO 34.793
  • ALTIN 2497.777
  • ...
Nexweşa KOAHê ya ku hêviya xwe ji ceyranê birî jenerator sitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Xecîtaya girêdayê navçeya Çinara Diyarbekirê Alî Balîyayê ku dayîka wî ya Havva Balîya (73) nexweşê KOAHê ye û 24 saet girêdayê amûra hilmijê ye ji berk u her tim ceyrana DEDAŞê tê birîn jenarator sitand.

Alî Balîyayê lawê Havva Balîya (73) nexweşê KOAHê diyar kir ji bi ceyranbirînê serî li DEDAŞê daye lê rêyeke nedîtiye û ji bo çareseriya demkî ji nexweşiya dayîka xwe re jeneratoreke sitandiye.

Balîya ragihand ku dayîka wî 24 saet girêdayê amûra hilmijê ye. Dûvre Balîya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dayîka min nexweşê KOAHê ye. Hr wiha bi dayîka min re nexweşiya qelb û gurçikê heye. Wiha 24 saet girêdayê amûra hilmijê ye. Nobeta bişevê ez ya bi rojê jina min digire. Pirsgirêka me ya eslî çûna ceyranê ye. Dema ku ceyran diçe rewşa diya min xerab dibe û bêhna wê disekine.”

“Em ji ber çûna ceyranê perîşan in”

Balîya ragihand ku di gund de her tim ceyran diçe. Dûvre Balîya wiha destnîşan kir: “Me serî li DEDAŞê kir. Ji wan re telefonê kirû rewşa xwe ji wan re eşkere kir. Lê pere nekir. Her roj ji me re dibêjin erize dide. Lê mêze bikin. Dayîkka min her tim girêdayê makînê ye. Dema ku ceyran xiçe em perîşan dibin. Têlên ceyrana gundê me kevin in. Dema ku bayeke dişixule li hev dikevin û ceyran diçe. Li gundê me trafoyeke sererast tune.”

“Dema ku ceyran tune jenerator herî kêm 20 lître benzîn dişewitîne”

Balîya axavtina xwe wiha domand: “Min ji xizmeke xwe wekê emanet jenatoreke sitand. Dema ku ceyran diçe ez jenatorê didim xebitandin. Ev jî ji bo temînkirina sotemeniya jeneratorê zehmet e. Dema ku ceyran tune jenerator herî kêm 20 lître benzîn dişewitîne. Her mehê rehet 2 hezar lîre ji bo vê yekê diçe. Ji ber ku em malbeteke 10 kesî ne ji me re zehmet e.” (ÎLKHA)














 

Bu haberler de ilginizi çekebilir