• DOLAR 32.372
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.578
  • ...
"Divê ku li ser navê wehdeta Umetê tevger bê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Akademîsyen û nivîskar bernameya 2 yemîn Hvedîtina Alimên Kurdistanê nirxandin. Dûvre wan destnîşan kirin divê ku li ser navê wehdeta Umetê tevger were kirin.

Serokê Waqfa Siyerê Mehmet Emîn Yildirim piştî bernamê ji ÎLKHAyê re axivî. Yildirim ragihand di heyameke wiha ya ku alema Îslamê perçe perçe bûye de hatina cemhev a aliman pir umîdwar e. Dûvre Yildirim wiha axivî: “Ji Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî alimên me hatin cemhev. Bi gelemperî pirsgirêkên Umetê û wek taybet jî pirsgirêkên Kurdan hatin axavtin. Pirsgirêk û çareseriyên vê herêmê hat axavtin. Em pêvajoyeke ku alim jî midaxil bûne dijîn. Ev yek jî ji bo me tişteke umîdwar e.”

 “Alimên me ji derdên hevpar hatin cemhev”

Yildirim wiha destnîşan kir: “Înşaellah di wexteke nêzîk de wek Umet dê em têkevin pêvajoyeke cuda de û ji bo ku pêvajo pêşve biçe û pirsgirêk werin çareserkirin gavên muşexes werin avêtin. Wek encam axavtina pirsgirêkan girîng e. Helbet pêvajoya ji vir pê ve ew e ku were tetbîqkirin.”

Midûrê Weşana Giştî yê Rjnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş diyar kir ku di dinê de bernameke wiha nehatiye lidarxistin.

 “Ev xebat ji bo Umetê hevî ye, em temenî dikin ku ev yek bidome”

Goktaş diyar kir divê ku hemî alim ji îxtîlafan dev berdin û di xaleke hevpar de werin cemhev. Dûvre Goktaş wiha pê de çû: “Divê ku êdî ev yek bidome. Gav bê avêtin û alim bi sazî bibin. Wekê vê civînê dive ku dev ji cudahiyan were berdan û ji bo Umetê gav werin avêtin. Ev yek jî bes wiha mimkûn e. Dera ku alim tunebe tu kes tune. Divê ku her kes vê yekê ji bîr neke. Pêşengên Umetê alim in. Dema ku îxtîlaf werin rakirin û di xaleke hevpar de hevdîtin pêk were alîkariya Xweda jî çêdibe.”

Civaknas û Dîroknas Mufît Yuksel jî wiha axivî: “Yuksel bal kişan heke li herêma Kurdistanê alim werin cemhev dê ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan baş bibe. Dûvre Yuksel wiha diyar kir: “Ev civîn pir erênî ne. Divê ku ev bidomin. Piştî vî yekê divê ku saziyên midaxaleya pirsgirêkan bike hebe. Divê ku alimên Kurd bi sazî bibin û li herêma Kurdistanê wek bandordar beriya pirsgirêkan bikaribin bigirin û ji bo vî yekê hewl were dayîn.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir