• DOLAR 32.338
  • EURO 35.215
  • ALTIN 2246.737
  • ...
"Kurd perçeke Umetê ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Weqfa Siyerê Mehmet Emîn Yildirimê ku beşdarê bernameya 2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya ku ji teref Îttîhad’ul Ulema ve hat lidarxistin bû. Yildirim ragihand ji ber ku gelê Kurdê Misliman xwedî li Qur’ana Pîroz derketiye gelek qurban daye.

Yildirim diyar kir ku alema Îslamê gelek badîre derbas kiriye. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji Îhtîlala Fransizê pê ve gelek geşedan çêbûn. Em bûn şahid ku erdnîgara Kurdistanê beşê 4 perçeyan kirin. Gelê vê herêmê gelek qurban dan. Îro gelek însanên li vir mehkûmên ku bes ji ber ku di mizgeftan de dersê Qur’anê dane niha ew di Medreseyê Yusufiye de ne nas dikin. Ev gelê ezîz li ser navê Îslamê ji bo ku li vir ehkamên Qur’anê ji nû ve hakim bibe gelek qurban dan. Ez bûm şahidê vê yekê. Dema ku ez bi xizmên wan kesên ku di zindanan de ne re diaxivim ez ji wan misqaleke nerehetî an jî poşmanî nabînim. Bedelên ku ji bo îslamê hatine dayîn ji bo wan xelatiyên herî xweş in.”

Yildirim diyar kir ku çendîn sal e ew di nav vê gelê de ye. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ez dibim şahid ku ji min re dibêjin; ‘seyda ji me re dia bike da ku em bibin şehîd.’ Wê çaxê min ji wan re dia dikir. Lê niha ez dia nakim. Lewra we pir bedel da. Niha ez wiha dia dikim; ‘Ya Rebî! Tu dîtina şînbûna xwîna ku Yasîn, Huseyîn, Hesen û Riyadan div an axan de rijandine bikî nesîbê wan.”

“Tovê ku sehabiyan reşandiye li tu derê neriziye ku li vir jî birize”

Yildirim ragihand di heyama ku herkes ditirsiya gelê Kurdê Misliman xwedî li Qur’anê derdiket. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Nexwe divê ku îtîbara me ya ji van axan re cudatir bibe. Deynê me ya wefayê heye. Ew jî nifşa sehabeyan ku ji sala 17 emîn a Hicrî pê ve tovê Îslamê reşandine ne. Îro em heqîqeteke bînin bîra kesên ku digotin; ‘dê em kokê Îslamê biqelînin’. Tovê ku sehabiyan reşandiye li tu derê neriziye ku li vir jî birize. Ew tovên ku Xalidê kurê Welîd, Ubeydeyê kurê Cerrah anîne vira înşaellah dê zarokên van însanên qenc tova ku bi destê kal û bavên wan hatine reşandin bigihijînin asteke baştir. Dê bi vê yekê jî bes ev ax xelas nebin. Dê Mescîdê Eqsa jî xelas bibe.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir