• DOLAR 32.341
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2241.802
  • ...
Danezana encamê ya 2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê hat xwendin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Danazana bernameya ku 2 roj wek 4 niştin hat lidarxistin bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî  hat weşandin. Danezanê wek Kurmancî Mela Abdulsamed Yalçin xwend.

Encamnameya hevdîtına alimên Kurdistanê ya 2 yemîn

Bîsmîllahîrrahmanîrrehîm

Hemd ji Rebbê aleman re be û selat û selam jî li ser Resûlê Wî be.

Hevdîtina 2 yemîn a Alimên Kurdistanê ya ku îsal di tarîxên 22-23ê maha dehemin de ji teref Yekîtiya Medrese û Aliman ve hatiye organîzekirin li Diyarbekirê hat tertîpkirin. Em di serî de ji Yekîtiya Medrese û Aliman re teşekur dikin ku di tertîpkirina vê bernamê de keda wan heye û bi giştî jî ji temsîlkar û nûnerên Camiayên Îslamî û ustadên bi qedr û qiymet ên  ku ji Kurdistana Tirkiyê, Iraqê, Sûriyê û ji Kurdistana Îranê beşdarî bernameyê bûne re teşekur dikin û Xweda ji we tevan razî be.

Ev Hevdîtina 2yemîn a Alimên Kurdistanê, berdewama hevdîtina yekemîn e û qerarên ku di vê hevdîtina duyemîn de hatine dayîn jî dîsa berdewama qerarên hevdîtina yekemîn in. Di vê hevdîtinê de du meseleyên sereke yên girîng hatin bidestxistin. Ji van meseleyan a yekem ‘Ummet û Ulema’, ya din jî ‘Pirsgirêka Kurdan û Pêşniyaz/Teklîfên Çareseriyê’ ye. Di vê hevdîtinê de di bergeh û çarçoveya ummetbûnê de wezîfe û karê ulemayê Kurdistanê ya di warê meselaya Kurd/Kurdistanê de hat nîqaş û munaqeşekirin; bi heman awayî ev hevdîtin diyar û eşkere kir pêwîst e ku mesele û pirsgirêka Kurdan di çarçove û di nav sînorên ummetê de bê nirxandin û bidetxistin. Di vê Hevdîtina 2yemîn a Alimên Kurdistanê ya ku du rojan berdewam kir de  gelek beşdarvan û mêvan axavtin kirin û di derbarê hinek mijar û meseleyan de tiştinan teblîx kirin. Ji van axavtin û teblîxên ku hatine dayin ev tespît hatine kirin:

1-Hevdîtina Alimên Kurdistanê, di pêşi de li Kurdistanê û bi tevahî/giştî jî li temamê cografyaya Îslamê hewil dide û ji xwe re kiriye armanc û hedef ku di çarçoveyên îmkan û qederên xwe de ji bo selametî, hizûr û aramiya temamê însaniyetê bixebite.

2-Ev sazî/camîa divê bibe wesîle ku alim hev dû nas bikin, li hev bikin û di hedefên nîhaî de arîkariya hev bikin. Di warê avêtina van gavên ku ji bo vê armanc û meqsedê pêwîst in de divê dereng neyê mayîn û tiştên lazim bên kirin û gavên pêwîst bên avêtin.

3-Ev hevdîtin ne tenê cihê dan û standina fikran, yanî ne tenê cihê îstîşareyê ye; bi heman awayî ev der cih û warê  kesên ku di hedef û armancan de  xwediyê fikrên hevparin e, divê kesên ku di hedef û armancên xwe de hevpar û muşterek in  li vê derê cemi’ û kom bibin.

4-Divê ev îrade di warê çareseriya problem û mişkîleyên temamê Kurdan de bibe xwediyê beyankirina fikr û ramanekê û bi heman awayî pêwîst e ev îrade di warê  çareseriya problem û mişkîleyên temamê Kurdan de bibe organîzasyona îcraata pêwîst.

5-Ev organînazyon;  di warê çareseriya sê problem û mişkîleyên serekê yên Kurdan de reçeteyeke berbiçav divê destnîşan bike ku ew her sê problemên sereke jî ev in: faqîrtî û jartî, cehalet û nezanîn, îxtîlaf û lihevnekirin.

6-Erdinagariya Kurdistanê parçeyeke Ummeta Îslamê ye ku divê Hevdîtina Alimên Kurdistanê bi vê  bawerî, şû‘ûr û têgihiştinê ji bo islahkirina civakê xwe, xebatên pêwîst bike û ji kirina van xebatên islahê re bibe rêber û pêşeng.

7-Ev hevdîtina aliman,  ji bo tesîskirina biratiya Îslamê, xesetên li erdnigarî û cografyaya Kurdistanê û bi giştî li temamê erdnigarî û cografyaya Îslamê divê gavên pêwîst bavêjê û xebatên ku divê di vî warî bên kirin lazim e ku bike.

8-Ev îrade; li dijî bêdîntî, qewmiyetperestî, mezhebperestî, tekfîrvan  û li dijî fikrên îfrad ên  ku Kurdistan û cografyaya Îslamê dorpêçkirine divê tedbîrên Îslamê yên weset û pratîk pêk bîne û tesîs bike.

9-Ev sazî, divê di serî de mudaxeleyî  bêhiqûqiyên ku li Kurdistanê pêk tên bike û pêwîst e ku bibe deng û hawara mezlûman. Digel vê yekê divê li gor qansî  îmkanên xwe hewil bide da ku ji mazlûmiyeta coğrafya  Îslamê re bibe çare.

10-Ev digelhevî, divê li dijî zilm, zext,mezalîm û sîtemkariya ku him li Kurdistanê û him jî li erdnigariya Îslamê tên kirin re çareserîyan peyda bike. Lê ev peydakirina çareseriyan divê ji gotin û kiryarên ku şidet di nav wan de hene dûr be.

11-Hevdîtina Alimên Kurdistanê,  ji bo ku karibe li dijî îfsad û xerakirina ku di nava civakê de tê kirin nesleke dîndar perwerde bike, divê çareserînan peyde bike û ji bo vê peydekirina çaraseriyan divê xebateke zêde û xurt bide destpêkirin.

12-Emperyalîst ji ser îfsada pîrek û jinan berê civakê didin fesadiyê ku divê alim bi  xeyret û hewildana xwe li ser profîl û karaktera pîreka Misliman bisekinin û divê xebatên islahkirina pîrek û jinan bikin.

13-Hevdîtina Alimên Kurdistanê, divê bi temamê alim û cemaetên Îslamî yên li Kurdistan û erdnigariya Îslamê re hevdîtinên semîmî û gelek zêde xurt bike û bi heman awayî pêwîst e  di navbera van de bibe wasite û pirek da ku  temam hev nas bikin û li hev bikin û bi hev re guftegoyê bikin.

14-Ev îrade destnîşan dike, ji bo islah û pêşveçûna medreseyên Kurdistanê  di navbera medreseyan de têkilî, diyalog û guftego luzum û elzem e û divê di vî warî de mufredat û bernameyeke hevpar ango müşterek bê xezkirin. Bi heman awayî ev îrade bawer dike ku divê di vî warî de gavên bi lez pêwîst bên avêtin.

15-Hevdîtina Alimên Kurdistanê ji temamê kesên beşdervan û mêvanan   teleb dike ku di warê     tiştên ku dê di wexteke kurt, navîn û dirêj de bên kirin de û di warê gavên ku dê bên avêtin de çareseriyan peyde bikin.

16-Wek encam qerar hat dayîn ku ev organîzasyon ango bername her sal bi şikleke peryodîk di meha dehemîn de bê tertîpkirin. Pêwîst e kesên ku heta niha piştevanî û destekê dane vê organîzasyonê bi heman awayî ji niha û pê ve jî piştevaniyê bidin vê organîzasyonê.

17-Ji bo ku ev  hevdîtin bibe organîzasyon û hevdîtineke mayînde  û ji bo taqîba qerarên ku hatine dayîn damezrandina komîsyonekê munasîb hatiye dîtin.

Em ji Rebbûl-Alemîn niyaz dikin, ev bernameya ku bi beşdarbûn û bi teblîxên we  mêvanên bi qedr û qiymet dewlementir bû û dê jê îstîfadeyeke baş bê girtin, ji bo Îslam, Misliman û însanetiyê  bibe wesîleya feydeyên mayînde. Em di dûmahî û netîcê de ji ber kedên we, cenabê we bi hurmet silav dikin, emanetî  Xwedê bin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir