• DOLAR 32.331
  • EURO 35.11
  • ALTIN 2295.22
  • ...
SON DAKİKA
Dawî li bernameya 2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya ku ji teref Yekitiya Alim û Medreseyan ve (Îttîhad’ul Ulema) hat lidarxistin û wek mêvan alimên ku ji Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî beşdar bûbûn piştî 2 niştinên ku pêk hatin bi dawî bû.

Di niştina ku Mela Muhammed Ozer jê re moderatorî kir de Muhammed Abdulbakî El Helebî, Molla Abdullah Heme Murat û Civaknas û Dîroknas Mufît Yuksel axivîn.

 “Ev nifş teslîmê me hatiye kirin, divê ku em xwedî liv ê derkevin û wê emanetê nifşa ku dê were bikin”

Muhammed Abdulbakî El Helebî diyar kir ku civak gor gotinên aliman û rê û rêbazên wan hereket dikin. Dûvre El Helebî wiha dest bi axavtina xwe kir: “Wekê alimên Hesen el Benna, Îmam Îbnî Teymîyye û Şêx Seîd. Me wezîfe û berpirsyariya wan pişt kiriye û wek alim ji bo vejîna gel divê ku em bi ilmê xwe bidin nîşandan ku ji xeynî vî rêyê tu rê tune û dijî van taxutan bisekinin. Ey alimên kul i vî qada hanê xweşik civiyane! Ev axên gelek pêşewan, sehabe û aliman e. Axê Diyarbekirê ji qebrên sehabiyan dagirtî ye. Gelî aliman! Hûn reîsê keştiya ku Umet tê de ye ne. Umeta ku emanetê we ye nexeniqînin. Ev nifş teslîmê me hatiye kirin, divê ku em xwedî liv ê derkevin û wê emanetê nifşa ku dê were bikin.”

“Ji bo xelasiya Kurdan alimên wekê Şêx Seîd û Şêx Mehmud Berzencî rêyeke nû vekirin e”

Dûvre Molla Abdullah Heme Murat mijara bi navê ‘Ji bo çareseriya Kurdan pêşniyaz’ pêşewazî kir û dûvre wiha li ser mijarê sekinî: “Em hemî dizanin ku çareseriya pirsgirêka Kurdan bi îtifaqa alimên Kurdan mimkûn e. Min berê jî di derbarê mijarê de daxuyanî dabû. Serkeftina gelê Kurd, bi îtifaqa alim û rewşenbîrên Kurdan mimkûn e. Bê şêwirmendî, bê alîkarî û bê agahdarî Kurd tu wextî ser nakevin. Ji bo xelasiya Kurdan alimên wekê Şêx Seîd û Şêx Mehmud Berzencî rêyeke nû vekirin e. Li Kurdistana Başûrê Osman Ebdulezîz li dijî Partiya Baasê li ser navê mafên Îslamî û însanî yên Kurdan heta dawiya jiyana xwe teoşîn kir. Tevahiya jiyana xwe wek pêşengtiya ji Kurdan re derbas kir.”

“Em wek ramanî nikarin bigihêjin armanca xwe, divê ku em pê emel bikin”

Murat çareseriya gelê Kurd wek 3 made wiha da rêzê: “Yekemîn ew e ku Îslam bes wek ramanî di hişê me de maye. Di derbarê vî yekê de alimên Îslamê rêyeke di çarçova Îslam û Qur’anê de dane beriya me. Em wek ramanî nikarin bigihêjin armanca xwe, divê ku em pê emel bikin. Divê ku di derbarê vî yekê de çi ji destê aliman bê bikin. Ya duyemîn ew e ku pirsgirêka însanan a islehbûnê heye. Îslam niyazê kes û ferdan e. Kes û ferdên wisa ku ji Îslamê re xizmet bike. Li xala Ustad Bedîuzeman bikin! Wî xaleke ku heta qiyametê niyaz û îhtiyaciya mirov têr dike şopandiye. Bi xwe jî dibêje dê alim civakê isleh bikin. Heke ferd isleh bibin dê civak jî isleh bibe. Islehbûna pîrekan jî di vî bergehê de ye. Ya sêyemîn jî ew e pêwîst e ku Umet bibe yek û wek fiîlî bi vê yekê emel bike.”

Di dawiya niştinê de jî Civaknas û Dîroknas Mufît Yuksel mijara ‘Di dîroka Umetê de xebatên ittîhadî’ pêşewaz kir.

“Mamosteyê Fatîha Stenbolê Mela Guranî jî Kurd bû”

Yuksel di destpêka axavtina xwe de neyîniyên di dîroka Îslamê de anî bibîranîn. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Bi şehîdbûna Hz Osman fitne têket nav alema Îslamê. Bi derketina xariciyan re Hz Alî şehîd hat şehîdkirin û fitne zêdetir bû heta Kerbelayê domî. Di dîroka Îslamê de dema ku fitne hebûue aliman xebatên baş kirine. Li ser van pirsgirêkan xebitîne. Alimên wekê Hasan’ul Basrî, Îmam Ebu Hanîfe, Îmam Şafiî ji bo neyiniyên di nabeyna Mislimanan de xebitîne. Alimên Kurd ji bo alema Îslamê xebitîne. Alimên Kurd di nav Umetê de bûne wekê sembol. Mamosteyê Fatîha Stenbolê Mela Guranî jî Kurd bû. Alimên di nav Kurdan de derketine bes li Kurdistanê ne li her derê alema Îslamê xebitîne.”

 “Kesên ku di medreseyên Kurdan de xwendine bûne alimên mezin”

Yuksel ragihand ku aliman di nav Kurdan de xebatên baş pêk anîne. Dûvre Yuksel wiha dawî li axavtina xwe anî: “Xebatên ulemaya Kurdan belavê gelek erdnîgarên Îslamê bûye. Mewlana Xalid ji alema Îslamê medrese, dergah û teke saz kiriye. Kesên ku di medreseyên Kurdan de xwendine bûne alimên mezin. Alimên Kurd ji bo îttîhad û wehdeta Umetê xebitîne. Niha li Stenbolê 22 medreseyên Kurdan hene. Kurdan di heyama Selçiqiyan de medreseyên bi navê Nîzamulmuluk vekirine.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir