• DOLAR 32.562
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2428.483
  • ...
"Dema ku bav mir wî bavê xwe nedît qe nebe bila dayîka xwe bibîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku Zekiye Mîrzaogluya dayîka Yahya Mîrzaogluyê ku di salên 90an de hatiye binçavkirin û wek 23 sal e ku di zindanan de ye pir xedar bûye.

Çend meh berê dema ku Muhammed Mîrzaogluyê bavê Yahya Mîrzaoglu wefat kir destûr nehat dayîn ku mehkûm Mîrzaoglu bavê xwe bibîne. Piştî ku rewşa dayîk Zekiye Mîrzaoglu xedar bû malbata Mîrzaoglu wek daxwaz destnîşan kir ku ew 23 sal e di hindir de ye û dema ku bavê wî wefat kiriye wî bavê xwe nedîtiye. Qe nebe bila bê dayîka xwe bibine.

Kek Îlyas Mîrzaoglu diyar kir ku birayê wî ev 23 sal e di zindanan de ye. Dûvre kek Mîrzaoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê min ev 23 sal e ku dûçarê zulmeke mezin bûye. Gelek însan di rewşa wê de ne. Dê û bavê min .çendîn sal cirma wî kişadin. Cî name ku li Tirkiyê wek girtîgeh birayê min neçû. Qeweta dê û bavê min tunebû ku vê barê hilgirin. 6 meh berê bavê min wefat kir. Dayîka min ji xwe dûçarê pençeşêrê bû. Tedawî dibû. Lê niha mixabin rewşa wê xedar e. Ev însan belesebeb di girtîgehê de man. Umrê xwe li wir pûç kirin.”

Mîrzaoglu daxwaz kir ku ev mexdûriyet were çareserkirin. Dûvre Mîrzaoglu wiha pê de çû: “Kesên zengîn û xwedî meqam di girtîgehê de derdikevin lê mixabin hêtîm û rebenê vê Umetê di zindanan de ne. Em dixwazin ku demildest ev însan derkevin.”

Mîrzaoglu wiha bang li rêvebiran kir: “Ez dixwazim ku birayê min demildest were serbestberdan. Wî bapîr û bavê min nedît. Qe nebe bila were dayîka xwe bibîne.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir