• DOLAR 32.524
  • EURO 34.909
  • ALTIN 2431.048
  • ...
"Divê ku em li dijî lîstikên li ser gelê Kurd ên tên lîstin bibin yek deng"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya 2 yemîn Hevdîtina Alimên Kurdistanê de Erkedarê Hîndekariya Zanîngeha Silêmanî û Parlementerê Kevin ê Kurdistana Iraqê Mela Mehmet Zahîr Omer Abdulazîz ji ÎLKHAyê re nirxandin kirin û bal kişandin ser girîngiya vê bernamê.

 “Ev bername alimên Kurdistana ku kirine 4 perçe anî cemhev”

Endamê Yekitiya Alimên Cîhanê, Parlementerê Kevin ê Kurdistrana Iraqê û Erkedarê Hîndekariya Zanîngeha Silêmanî Dr. Omer Abdulazîz wiha dest bi axavtina xwe kir: “Di destpêkê de ez ji Yekitiya Alim û Medreseyan re teşekur dikim ku wan bernameke wiha li dar xistine. Lewra ev bername alimên Kurdistana ku kirine 4 perçe anî cemhev û ÎTTÎHAD pêşevantiya vê yekê kir. Me di vê 2 rojê de hereketên Îslamî, tecrûbeyên aliman û fikr û ramanên wan bi hev re nîqaş kir. Em di vê 2 rojê de kêmasî û pirsgirêkên medreseyên Îslamî axivîn. Her wiha me di vê 2 rojê de hewcedariya yekitiya Umeta  Îslamê axivîn. Û me daxwaziya bernameyên wiha li Kurdistanê di herêmên cûr bi cûr de kir. Dê ev bibe wesîla hevnaskirina kesên ji hev cûda.”

“Divê ku em li dijî lîstikên li ser gelê Kurd ên tên lîstin bibin yek deng”

Andulazîz diyar kir ku pêşengên eslî yên Umetê alim in. Dûvre Abdulazîz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vî yekê divê ku alim di derbarê her warê de hemraman bibin û têkiliya wan bi hev re hebe. Berê ji berk u yekitî di nabeyna aliman de hebû Umet jîr û vejî bû. Wek alim divê ku em li dijî lîstikên li ser gelê Kurd ên tên lîstin bibin yek deng. Umet tu wextî wekê îro perçe perçe nebûbû. Ji ber vî yekê pêwîst e ku alim di derbarê her warê de hemraman bibin û têkiliya wan bi hev re hebe.”

Mela Mehmet Zahîrê ji rîspiyên herême yê ku ji navçeya Bongilana Çewlîgê beşdarê bernamê bûbû ragihand ku pêwîst e ku her tim bernameyên wiha werin li darxistin.

Dûvre Zahîr wiha pê de çû: “Di cemaetê de rehmet heye. Ji me re yekitî lazim e. Di derbarê vî yekê de ji bo me Pêxember mînakeke baş e. Divê ku em wî bişopînin. Di cemaetê de rehmet, durketinê de jî ezab heye. Daxwaziya min ew e ku doza me Îslam bibe. Doza me hemî Misliman bibin.”

 “Heke em bes mafê irqeke biparêzin dê em bibin nîjadperest”

Zahîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke em bes mafê irqeke biparêzin dê em bibin nîjadperest. Wekê ku hûn jî dizanin Pêxember (sxl) di şûna Ebu Leheb de Selmanê Farisî qebûl kir. Ji mamê xwe re got; ‘tu dijminê Xweda yî.’ Û ji Selmanê re got tu ji me yî. Heke di Îslamê de nîjadperestî hebûya dê Pêxemberê me ( sxl) Selmanê Farisî qebûl nekiribaya. Ji ber vî yekê divê ku em Pêxemberê me (sxl) bişopînin û hemî miletan himbêz bikin.”

“Îro zarokên me kirin sosyalîst û komînîst”

Zahîr bal kişand ku bê yekitiya Umetê nabe. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema ku em ji şerîeta pêxember dûr bikevin dê em têkevin rêyeke çewt. Ji ber vî yekê dê em ji hev re bibin dijmin û jiyana me bibe wekê jehra marê. Ji ber vê yekê divê ku em rêya Pêxemberê me bişopînin. Îro zarokên me kirin sosyalîst û komînîst. Wan jiyana me ser û bin kirin. Tabî mafê, Kurd, Ereb û Tirkan jî hene. em dibêjin bila ev maf bi Qur’anê were naskirin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir