• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
Dawî li niştina 3 yemîn a Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya 2 yemîn hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya 2 yemîn a ku ji teref Îttîhad’ul Ulema ve hat lidarxistin dawî lê hat. Gelek alimên ku ji Kurdistana Îran, Iraq û Sûrî hatibûn beşdar bûn. Piştî ku aliman pêşewaziyên xwe kirin dawî li bernamê hat.

Di niştina 3yemîn a Hevdîtina Alimên Kurdistanê de Prof. Dr. Ahmet Mirza Enguşiyê wezîfedarê Hîndekariya Zanîngeha Selaheddînê bi navê ‘Serpêhatiye Dîroka Kurdên Mislimanan û Nirxandina wê’, Mela Newzadê endamê Komeleya Partiya Îslamî bi navê ‘Çavkaniya pirsgirêkên Kurdan, sedem û hedefên ku hewl tê dayîn were bidestxistin’, Huseyîn Tîbaşê ji alimên Cemaeta De’wet û Islehê bi navê ‘Hesabên Emperyalîzmê yên li ser Kurdistanê tedbîrên ku dijî vî yekê were hilgirtin’, Serokê SDAMê Abdulkadîr Turanê bi navê ‘Hewldana Sekulerkirina Kurdistanê’ û Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek bi navê ‘Mffên Kurdan a Îslamî û însanî’ mijarên xwe pêşewaz kirin.”

Di destpêka niştinê de berê Prof. Dr. Ahmet Mirza Enguşiyê wezîfedarê Hîndekariya Zanîngeha Selaheddînê bi navê ‘Serpêhatiye Dîroka Kurdên Mislimanan û Nirxandina wê’ û diyar kir ku alimên Kurd ji civaka Îslamê re tabloyên ku winda nabin hêştine.

Enguşî wiha axavtina xwe zêde kir: “Di dîrokê de her tim Kurd mezlûm bûne. Gelê Kurd çawa ku berê xwedî li dîrok û nirxên xwe derketine niha jî bi heman şiklê dê xwedî li vê yekê were derketin. Belkû sedema ku ew nebûne xwedî dewlet ew e ku pir girêdayê Îslmê bûne. Yanê wan nîjadperestî nekirine û xwedî ramaneke Umetî bûne.”

“Faydeyên ku Kurdan dane Îslamê gelek e”

Enguşî qala mijara ku Kurdan piştgirî dane dîroka Îslamê kir. Dûvre Enguşî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurd di tevahiya dîrokê de li vê derê mane. Vê axê qet terk nekirine. Pêşewanên ciwaka Kurdan wêrek û mêrxas in. Vê yekê jî di rêya Xweda de serf kirine. Piştî Îslamê qet dîn neguherîne. Ev pêşeng û rêber di dîrokê de tabloyên ku dê qet winda nebe hêştine. Ev tablo bes bi alim û pêşengan sînordar nemaye. Wek civak jî di Îslamê de jî gelek tabloyên ku şûna wan winda nebûne hene. Ji bo vî mînaka herî baş Ceban El Kurdiyê ku ji bo bigihêje Resûlullah çend hezar rê meşyaye. Bi Mislimanbûna Ceban El Kurdî gelek tacirên Kurd jî bûn Misliman. Axên Kurda bi şiklekî herî hêsan daxilê Îslamê bûye. Faydeyên ku Kurdan dane Îslamê gelek e.”

Dûvre Mela Newzadê endamê Komeleya Partiya Îslamî bi navê ‘Çavkaniya pirsgirêkên Kurdan, sedem û hedefên ku hewl tê dayîn were bidestxistin’ wek axavtin pêşniyaz kir.

“Gelê Kurd ji mafên ku ji gelê din re hatine dayîn mehrûm hatine hêştin”

Mela Newzad ragihand ku bi peymana Sykes Picot Kurd têketine rojên dijwar. Dûvre Newzad wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelê Kurd ev 100 sal e ku bi van pirsgirêkan re rû bi rû mane. Di vî heyamê de gelek ferd û alimên xwe ji dest da. Gelê Kurd îradeya xwe ji dest da. Bi taybet Kurdistana  Bakur bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Gelê Kurd ji mafên ku ji gelê din re hatine dayîn mehrûm hatine hêştin. Divê ku herkes vî yekê bizanibe; Xwedê Teala ji bo ku em hevdû nas bikin me xulq kiriye.”

 “Li Mislimanan gelek zulm hat kirin, bi taybet li Kurdistanê zulm hat kirin”

Huseyîn Tîbaşê ji alimên Cemaeta De’wet û Islehê yê Îranê bi navê ‘Hesabên Emperyalîzmê yên li ser Kurdistanê tedbîrên ku dijî vî yekê were hilgirtin’ wek axavtin diyar kir. Tîbaş wiha belav kir: “Pirsgirêk ew e ku gelê Misliman bibin yek. Heke em qala yekbûnê bikin divê ku em berê di derhaqê yekbûna di nabeyna aliman de bikin. Em qala şert û mercên ku ji bo ittîhadê hewce dike bikin. Em nikarin wek sedema îxtilafa di nabeyna xwe de dijminên xwe bidin nîşandan. Lewra wek dijmin çi ji destê wan tê ew dikin. Niha dema ku em li Mislimanan mêze dikin ew bi çi mijûl in? Misliman bi her tiştî mijûl in lê bi Îslam û xelasiyê mijûl nînin. Dijmin ji bo ku armanca xwe pêk bînin hewl didin lê Misliman vî yekê asteng nakin.”

Serokê Navenda Fikr û Ramanên Stratejîk û Analîzê (SDAM) Abdulkadîr Turan di derheqê mijara bi navê ‘Hewldana Sekulerkirina Kurdistanê’ de wiha axivî: “Hemd ji Xweda re ku Misliman bi hatina Îslamê re roj bi roj pêş ve çûn. Piştî qebûlkirina Îslamiyetê Kurd heta Xelîc û Qefqasyayê çûn. Dûvre li Diyarbekirê bi navê Merwanî dewleteke saz kirin. Wekê ku hûn dizanin Îslamiyet dûvre hatiye Diyarbekirê. Piştî ku Diyarbekir bi Îslamê mişeref bû Diyarbekir bû navenda ilmê ya 5 emîn.”

“Alewiyên Dêrsimê yên ku li serê çiyê dijiyan jî tê de hemî Kurd dûçarê qetlîamê bûn”

Turanê ku wek axavtin got li ser navê sekuleriyê di sala 1789an de îxtîlaleke çêbû. Ilmanî cara yekem bû ku bû îktîdar û bû xwedî qiwet. Dûvre Turan wiha pê de çû: “Di dîrokê de dema ku Îslam hakim bû em li pêş bûn. Dema ku Sekulerîzm ket pêş em li paş man. Di dewra Mahmudê 2 yemîn -a ku hinek jê re dibêjin gawir- de Sekulerîzm hat nav Osmaniyan. Dema ku Fermana Tezmînatê ya ku wek destpêka sekulerîzmê (1839) tê hesibandin mîrên me yên Xalidî yên li Cizîrê ketin. Di sala 1856yê de Fermana Islahatê hat îalankirin. Hemî mîrên me ji rêvebiriyê hatin daxistin. Li welatên Kurdan de dewr û heyama mîran hat girtin. Di sala 1908an de Îttîhad û Terrakî bû îktîdar. Û Kurdan îsyan kirin. –Gor me qiyam bû- Di sala 1923yan de li welatê Tirkiyê ilmanî hat îlankirin. Hemî medreseyên me hatin rakirin. Alewiyên Dêrsimê yên ku li serê çiyê dijiyan jî tê de hemî Kurd dûçarê qetlîamê bûn. Roj bi roj laîqtî jiyana me reş kir. Îslamiyet ji me re bû ronahî. Piştî Qiyama Şêx Seîd eşîrên Bedirxan û Babnê yên şaxên Şamê gotin Îslamiyet Kurdan li paş dixe. Em di Îslamiyetê de roj bi roj pêş diketin.

“Doh me qurbanê sekulerîzmê kirin îro jî dixwazin ku lawê me qurbanê sekulerîzmê bikin”

Turan diyar kir ku sekulerîzmê pirr zirarê daye Kurdan. Dûvre Turan wiha pê de çû: “Em begên dinyayê bûn. Dema ku sekulerîzmê îlan kirin me êdî nehesibandin. Dema ku ji gelê hawîrdor re welat saz kirin ji me re jî gotin; heke hûn jî bibin sekuler dê em ji we re jî deleteke saz bikin. Me jî got erê. Niha jî ji me re tişteke din dibêjin. Heke hû dixwazin bibin otonom divê hûn bibin leşkerê sekulerîzmê. Em doh bûn qurbanê sekulerîzmê. Niha jî dixwazin ku me bikin qurbanê sekulerîzmê. Doh sekulerîzm hat me kirin qurban. Niha jî ciwanên me qurbanê sekulerîzmê dikin.”

 “Ciwanên Kurd bûn wekê ciwanên Siwêdê”

Turan piştî ku ragihand sekulerîzm orf û adetên Kurdan ji holê rakiriye wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê ku em bizanibin heke ku em Kurdên heqîqî ne û dilê me ji Kurdan re dişewite pêwîst e ku em mijara sekulerîzmê bizanibin. Dê ya em bibin sekuler an jî nebin. Em mecburin ku vî yekê hîn bibin. Heke em bibin ilmanî û laîq dê siyaseta me ji dest diçe. Mijara Laîqtiyê gelo pirsgirêka eşîrên Bedirxan û Babnê ye ya mafên Kurdan e? Sosyalîzm û wqewmiyetiyê kirin hespa sekulerîzmê. Kurdên sosyalîst bûn dibistana sekulerîzmê.”

Di dawiya niştina 3 yemîn de Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek bi navê ‘Mffên Kurdan a Îslamî û însanî’ anî ziman.

 “Heke em hemî ji Adem û Hewa nin divê ku mafên me hemiyan wekê hev bibe”

Şîmşek diyar kir divê ku tu kes ji ber ku Kurd e neyê şermandin. Dûvre Şîmşek wiha axivî: “Gor Qur’ana Pîroz mafên Ereb û Eceman çiye mafên Kurdan jî ew e. Heke em hemî ji Adem û Hewa nin divê ku mafên me hemiyan wekê hev bibe. Divê kesê ku wek Kurd hatiye xulqkirin şerm neke û keseke din kesên ku Kurd in tehqîr neke. Gor baweriya me tu kes ji tu kesî bilindtir nîne.”

Şîmşek anî bibîranîn ku Kurdin pirr ji Îslamê re xizmet kirine. Dûvre Şîmşek wiha ragihand: “Kurd ji berê pê ve li vir in. Îro em dixwazin vê yekê bibêjin; ‘dema ku 2 Kurdan hevdû dîtin bil abi hev re Kurdî biaxivin û hevdû fêm bikin. Em 2 roj e li vir in. Em hemî wek Kurdî diaxivin. Lê em baş hevdû fêm nakin. Ev jî nîşaneya zulmê ye. Divê ku dawî li vî yekê were. Divê ku êdî mafên Kurdan bidin wan. Divê ku li 4 perçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî wek zimanê fermî û perwerdehiyê bê pejirandin. Heke em û Tirk birayên hevdû ne em qebûl nakin wek neynûk bên hesibandin. Lewra neynûka ku dirêj dibe tê birîn. Heke em birane divê ku em bibin wekê uzwa bedeneke. Em qebûl nakin ku Kurdan wek 4 perçe ji hev qetandine. Reçeteya mijara ku em qala wê dikin wekê gotina Resûlullah (sxl); sinet û Qur’an e. Heke em gor van hereket bikin dê em pirsgirêkan çareser bikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir