• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Wek alim divê ku em di çarçova heqîqetên Qur'anê de werin cemhev"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Prof. Dr. Ahmet Balîsaniyê endamê Cemaeta  Dezgahê Ronakî beşdarê bernameya Hevdîtina Alimên Kurdistanê bû. Balîsanî bal kişand divê ku wek alim ew di çarçova heqîqetên Qur’anê de werin cemhev û mijara ‘Yekitiya Siyasî ya Umetê’ jî Dr. Omer Abdulazîz axivî.

Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê ya Kurdistanê Dr. Abdullah Şeyh Saîd el Kurdî destnîşan kir ji bo ku muhebeta di nabeyna Umetê de zêde bibe hevdîtinên wiha werin lidarxistin.

Saîd el Kurdî ragihand ku alim ji civakê re rêberin. Dûvre El Kurdî axavtina xwe wiha domand: “Wezîfa aliman a herî mezin ew e ku nifşeke Îslamê ji xwe re wek rê qebûl bikin. ev nifş jî divê ku xwedî hişmendiyeke weset bibe. Îro di cavaka me de xetera herî mezin hişmendiya tekfîrî ye. Pêwîst e ku alimên me fikr û ramaneke weset bavêjin holê û gor wê hereket bikin.”

Miftiyê Kevin Mela Saîd el Kurdiyê ku ji Sûrî beşdarê bernamê bû wiha diyar kir: “Divê ku eqîda kesayetiya Misilmanan rast bibe. Dema ku eqîde rast nebe emel jî rast nabe. Lewra eqîde bingeh e. Hemî emel gor wê bingehê pêk tên. Heke bingeh pûç bibe emel jî pûç dibe. Misliman Mislimanê dikûje. Ehmed, ehmedê dikuje. Kesî George an jî Netanyahuyê nakûje.”

“Îro piraniya ulemaya Umetê rebenî ye ne Rebbanî ye”

El Kurdî destnîşan kir ku wek alim ew dikarin eqîdeya ciwanan sererast bikin. Dûvre El Kurdî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dikarin wek ulema eqîda ciwanan sererast bikin. Lê ciwanên me yên Misliman çawa ji dînê dûr ketin? Ciwan wekê qumaşên sipî ne. Çi li serê bê neqşkirin dê wê bide nîşandan. Çima di şûna Qur’anê de Încîl tê neqşkirin? Sedema vî yekê em Misliman in. Rastî ew e ku em alimên Mislimanan nînin. Îro piraniya ulemaya Umetê rebenî ye ne Rebbanî ye.”

Ji gotarvanan Prof. Dr. Ahmet Balîsaniyê endamê Cemaeta Dezgahê Ronakî diyar kir ku ilm beşerî nîne berevajî teoriyeke îlahî ye.

“Divê ku alimên me xwedî merîfet nebin xwedî ilm bibin”

Balîsanî destnîşan kir ku ev alimên ku ji Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiyê hatine dide nîşandan ku Umet yek e. dûvre Balîsanî wiha pê de çû: “Armancên kufrê me ji hevdû kirine. Em ji hev dûr bûn. Bi vê dûrletinê re cehalet let nav me. Îro sedema ji hevdûrbûna me ya herî mezin ew e ku alim û pêşengê me bê ilm û feqîr in. Ilm Îslamiyet bi xwe ye. Divê ku alimên me xwedî merîfet nebin xwedî ilm bibin. Lewra ilm zanîna heqîqetê ye. Merîfet jî zanîn tişteke zahîrî ye. ‘Ilm beşerî nîne. Teoriyeke îlahî ye.”

 “Heke îro Ewrûpa pêşve çûbe sedema vê yekê pirtûkên alimên me yên berê ne”

Balîsanî wiha belav kir: “Pêwîst e ku em bizanibin ilm û dîn yek in. Dîneke bê ilm tune. Ilê ji bo civakên Îslamî wekê çira ye. Qur’ana Pîroz jî ji bo vê çirayê kafî ye. Hemî ilmên me yên alimên me di çarçova ayetên Qur’ana Pîroz de hatine berhevkirin. Wek alim divê ku em pirtûkê Ewrûpayî ne di şûna vê yekê de em pirtûkên xwe ji ayetên Qur’ana Pîroz a ku 14 qern berê ji bo me hatiye şandin binîvîsin. Heke îro Ewrûpa pêşve çûbe sedema vê yekê pirtûkên alimên me yên berê ne.”

Ji aliman Dr. Omer Abdulazîzê endamê Yekitiya Alimên Dunyayê û Parlementerê Kevin qala mijara ‘Pêkhatina Yekitiya Siyasî ya Umetê’ kir. Abdulazîz diyar kir divê ku Misliman dev ji nîqaş û gengeşeya di nabeyna xwe de berrdin û werin hemdê xwe.

Abdulazîz di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “Xweda însanan ji qebîle û irqên cuda xulq kiriye da ku hevdû nas bikin. Keseke xwedî eqlê selî dibîne ku ehlê kufrê îro li li ser Mislimanan bes ji bo armanceke dixebite. Pêwîst e ku em bizanibin dema ku em dixwînin tê dîtin ku em ji hev dûr ketine û pirsgirêkên me yên mezin hene. Divê ku em werin hemdê xwe. Wek Misliman divê ku Misliman dev ji nîqaş û gengeşeya di nabeyna xwe de berrdin û werin hemdê xwe.”

 “Divê ku em ji van lîstokên ku tên lîstin haydar bibin û nebin pêkenokên vê lîstokê”

Abdulazîz ragihand ku Kurd ji dîroka xwe pê ve perçeke Umeta Îslamê ne. Dûvre Abdulazîz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mînaka vê yekê ya herî mezin jî Selaheddînê Eyyûbî ye. Em îro ji lîstokên ku ji teref Xerb û koma Xaçperestan ve li ser erdnîagara me tê lîstin haydar in. Îro armanca  geşedanên ku li Iraq, Sûrî, Îran û Tirkiyê diqewimin ew e ku bandora Kurdan din av Umeta Îslamê de xelas bikin. Divê ku em ji van lîstokên ku tên lîstin haydar bibin û nebin pêkenokên vê lîstokê. Berevajî divê ku em van pirsgirêkan di nabeyna xwe Mislimanan de çareser bikin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir