• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Bi hevdîtina aliman re sînora di nabeyna me de rabûye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mamoste Hîwa Raşidiyê ku ji Kurdistana Îranê hatiye û beşdarê bernameya Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya 2 yemîn a ku li Diyarbekirê wek 2 roj dê bidome bû diyar kir ku bi vî bernamê re sînora di nabeyna Mislimanan de rabûye.

Raşîdî ragihand ku nexweşiya herî mezin a Umeta Îslamê bê guman îxtîlaf e û niha ev îxtilaf Umeta Îslamê dûrpêç kiriye.

Raşîdî wiha pê de çû: “Dermanê vî nexweşiyê jî diyalog, empatî û yekitiya aliman e. Di serî de Kurd rêya alema Îslamê ew e ku di çarçova wehdetê de hereket bike. Bê guman ev hevdîtinên wiha ji bo yekitiya Umetê pir girîng e. Divê ku ev bername bidomin.”

 “Pirsgirêka me zêdebûna cemaetan nîne tunebûna wehdetê ye”

Raşîdiyê ku destnîşan kir pirsgirêka Mislimanan zêdebûna cemaetan nîne tunebûna wehdetê ye wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra mirov nikare bibêje bila li her derê dinê bes cemaeteke hebe. Ji ber vî yekê heke cemaet ji hev re bi şiklekî baş tevger bikin dê pirsgirêk ji holê rabin. Ev hevdîtina sînora di nabeyna Mislimanan de rakiriye û bûye wesîle ku cemaet hev dû nas bikin. Her wiha ev hevdîtin ji bo dîtina cudahiyên di nabeyna cemaetan de pir baş e.”

 “Ev hevdîtin ji bo bilindbûna Îslamê gava ewil a bi xêr e”

Raşîdî anî bibîranîn ku Dînê Îslamê dîneke rehmet û hêsaniyê ye. Dûvre Raşîdî wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê em ji bîr nekin bilindbûna Umeta Îslamê girêdayê wê yekê ye ku em dînê Îslamê baş fêm bikin. Lewra piroletî pirsgirêkên Umeta Îslamê çareser nake. Berevajî ji bo vî yekê astenga herî mezin e. Bi îzna Xweda ev hevdîtin ji bo bilindbûna Îslamê gava ewil a bi xêr e.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir