• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Hêzeke ku bikaribe Umeta Îslamê bide sekinandin tune"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îmam Vaîz Nadîr Raşît El Kurdî yê ku beşdarê bernameya ku bi navê Hevdîtina Alimên Kurdistanê a 2 Yemîn a ji teref Îttîhad’ul Ulema ve tê lidarxistin bû ji ÎLKHAyê re ragihand ku hêzeke ku bikaribe Umeta Îslamê bide sekinandin tune.

Raşît El Kurdî diyar kir ku li Bajarê Erbîla Kurdistana Iraqê gelek kursên Qur’anê, merese û komeleyên çandî, ilmî hene û ew ji ber ku bernameke wiha hatiye lidarxistin pir kêf xweş in. El Kurdî di bî bergehê de ji kesên ku keda wan di vî bernamê de heye re teşekur kir.  

 “Ji bo ku em bi şiklekî diyar dijê dijminan bisekinin divê ku Umet bibe yek”

El Kurdî ayeta; ‘Xwe li benda xwe bi şiklekî şidahî bigirin û tênekevin tefrîqayê.’ û hedîsa; ‘Cemaet rehmet e û dûrketin jî ezab e’ anî bibîranîn. Dûvre wiha li axavtina xwe kir: “Heke alimên Umetê isleh bibin rewşa Umetê sererast dibe. Di derbarê vî yekê de wiha gotiye; ‘Heke ev 2 girûh isleh bibin Umet jî isle dibe. Ev alim û rêvebir in.’ Civîn û yekitiya aliman a di civakê de pir girîng e. Ji ber vî yekê divê ku wek alim em bên cemhev û bibin yek. Ji bo ku em bi şiklekî diyar dijê dijminan bisekinin divê ku Umet bibe yek.”

Raşît El Kurdî destnîşan kir ku Xerb di derbarê terfrîqeya Mislimanan de çendîn sal e ku planên bi hîle lidar dixin. Di derbarê vî yekê de Qur’ana Pîroz wiha ferman dike: “Kîn û edaweta ku ew vedişêrin mezintir e.” Her wiha El Kurdî destnîşan kir ku Kurd van fêl û fendê ku ji teref Xerbê ve tên lidarxistin bi destê xwe bi xwe pêk tînin.

“Divê ku em sefên xwe bikinyek û nekevin tefrîqeyê”

El Kurdî di derbarê şerên Rojhilata Navîn de wiha axivî: “Niha şerên ku li Rojhilata Navîn ji teref Yahudî, Xrîstiyan û Amerîkayiyan ve hatine plankirin çendîn sal berê hatine amadekirin. Wezîfeya me a li vir beriya her tiştî ew e ku em tênekevin nav fitneyê û ji şerê xwînî re nebin amûr. Di derbarê şerê Misûlê de jî wek alimên Kurdistanê bes em dikarin şîretê bikin da ku gel xwe ji neqenciyê biparêzin. Wek alim jî divê  ku em sefên xwe bikinyek û nekevin tefrîqeyê.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir