• DOLAR 32.452
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2436.38
  • ...
"Di dîrokê de gelek alimên Kurd ji civakê re pêşengî kirine"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mideris Muhammed Mollazadeyê ku ji Îranê hatiye di bernameya ku wek Hevdîtina Alimên Kurdistanê a duyemîn tê lidarxistin de axivî. Mideris Mollazade diyar kir di dîrokê de gelek alimên Kurd ji civakê re pêşengî kirine û bal kişand ser rola alimên di civakê de.

Muhammed Mollazade di axavtina xwe de bal kişand ser rola aloman a di civakê de û destnîşan kir ku wezîfeya herî girîng ya alimên ku di civakê de ji bo ku hişmandiya Îslamî pêk were dixebitin e. Mollazade ragihand dema ku alimê wezîfa xwe pêk neynin dê dayîna hesaba wan pir giran bibe.

Mollazade diyar kir alim dikarin pirsgirêkên di nav Umetê de çareser bikin. Dûvre Mollazade wiha pê de çû: “Alim ji doh heta îro ji bo nexweşiyên civakê xebitîne û ji bo vî yekê jî rîsale, name û pirtûk nivîsîne. Mînakên vê yekê Hasan el Basrî, Îmam Şafiî, Îmam Îbn-î Teymîyye û alimên ku pêşengtî kirine ne. Îro dema ku wek alim em dixwazin nexweşiyên civakê çareser bikin pêwîst e ku em wekê Îmam Xezalî nexweşiya civakê teşxîs bikin û gor wê hereket bikin. Divê ku em wekê Îmam Xezalî bes rîsale û pirtûk nenivîsin. Bi vî yekê re em têkevin nav civakê û bi gel re hemhal bibin. Divê ku em bi pirsgirêkên wan ên ewil re mijûl bibin da ku ji pirsgirêkên di nav Umetê de çareser bikin.”

“Em ew kes in ku me wezîfeya Pêxemberan hilgirtiye ser milên xwe”

Mollazade wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ew kes in ku me wezîfeya Pêxemberan hilgirtiye ser milên xwe. Divê em bizanibin dema ku em wezîfeya xwe ya ku Pêxemberê mê (sxl) daye me pêk neynin dê hesaba me pir dijwar bibe. Di dîrokê de gelek alimên Kurd ji civakê re pêşengî kirine. Alimên wekê Amedî, Îbn-î Teymîyye û Seîd Nûrsî yên ku ji civakê re pêşengî kirine bes bi pirtûkên xwe ne ew diketin nav civakê û bi pirsgirêkên civakê re hemhal dibûn. Divê ku em wek alim jî ji wan re rêberî bikin û wekê wan hereket bikin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir