• DOLAR 32.528
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2477.32
  • ...
Şehîd Fethiyê ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin tê yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fethî Yalçinê ku piştî bûyerên 6-8ê Cotmehê li ber mala xwe êrîş lê hat kirin û di encama êrîşê de şehîd bû di salvegera şehadeta xwe ya 2yemîn de tê bibîranîn. Malbata şehîdê qala wî kirin.

Wekê ku tê bibîranîn Şehîd Fethî Yalçinê endamê HUDA PARê di dîroka 22yê Cotmeha 2014an de li navçeya Kanîreşa Çewlîgê li ber mala xwe dûçarê êrîşa PKKyiyan bûbû.

Pîrek û zarokên Şehîd Fethiyê ku di salvegera şehadeta xwe ya 2yemîn de tê bibîranîn ji ÎLKHAyê re qala şehîdê kirin.

Saîme Yalçinê pîreka Merhûmê destnîşan kir ku her tim şehîd ji teref PKKê ve dihat tehdîtkirin. Yalçin argihand ku Şehîd mirîye mala xwe bû û haya wî ji heq û mafên xizm û cîranan hebû.

 “Roja ku Cengîz hat qetilkirin ew heta sibe raneket”

Saîme Yalçin di derbarê Şehîdîê de wiha axivî: “Mirov digot qey wî dizaniya ku dê bibe şehîd. Bi taybet toja ku Cengîz hat qetilkirin ew heta sibe raneket. Sibe dema ku rabû çû nav heywanan. Dûvre wî ji min re gotê dê em mala xwe bibin navenda bajêr. Lê ji ber ku niha hinek pirsgirêk nehe bila bimîne. Lê min fêm kiribû ku dê ew piştî şehîd Cengîz were qetilkirin. Lewra piştî şehadeta Cengîz wî rewşa xwe ji pismamên xwe re gotibû. Ji xwe di rojên dawî de ew pir endîşedar bû û xew nediket çavên wî. Tiştên ku derve diqewîmîna qet ji min re nedigot. Bes careke bişev di telefonê de demeke dirêj axivî. Wî got kesê ku lê geriya te pişmamê wî ye. Dema ku di telefonê de bi sewteke bilind axivî min fêm kir ku ew tê tehdîtkirin. Min pir israr kir ku ji min re bibêje ew kî ye. Lê negot.”

Her wiha Yalçin diyar kir ku ew her tim di feqîrtiyê de jiyane lê ew qet ji vî yekê ezadar û gilîdar nebûye.

Sevîm Yalçinê ku dema ew 14 salî bû bavê wê hat qetilkirin li ser gorê wiha axivîbû: “Bavo, îro rûyê te pir sar e. Te wehşiyane kuştin. Sûcê te çi bû?” hêj nehatiye ji bîrvekirin. Qîza şehîdê destnîşan kir ku bavê wê xwedî kesayeteke pir baş bû.

Yalçin diyar kir dema ku Cengîz Tîryakî hatiye qetilkirin wê xwe avêtiye sitûyê bavê xwe û giriye. Lê bavê wê jê re wiha gotiye: “Negirî qîza min! Înşaellah Xweda rêyeke wiha bike nesîbê her kesî. Ji bo kesên ku di rêya Xweda de şehîd dibin re nayê girîn. Divê ku mirov dia bike.”

 “Di demên dawî de wî her tim digot ‘dê ez bibim şehîd’”

Yalçin ragihand dema ku bavê wê hatiye qetilkirin ew li malê nebûye. Dûvre Yalçin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku bavê min qetil kirin ez li xewgehê bûm. Min ji mamosteyên xwe bihîst ku bavê min qetil kirine. Di demên dawî de wî her tim digot ‘dê ez bibim şehîd’. Pir mulaheze diikir. Dema ku min rewşa wî dipirsiya hewl dida ku mijarê biguherîne. Bavê min di rêya Xweda de bû şehîd. Xweda bike nesîbê me jî.”(ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir