Li Mizgeftan wê şaxên ciwaniyê bên sazkirin
Ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve dê li mizgeftan şaxên ciwaniyê bên sazkirin.
Serokatiya Karên Diyanetê, ji bo ku zarok hînî mizgeftê bibin û îbadetên xwe bi cî bînin dê li mizgeftan şaxên ciwaniyê saz bike.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ew ê ewil ev şax li mizgeftên navendê bên sazkirin.
Xortên ku dê di wextê nimêja şeveqê de werin bal hev dê dersên mîna Qur’ana Kerîm, fiqih, siyer û dersên hedîsê bibînin.Her wiha ew ê ji bo zarokan pêşbirkên basketbol, futbol,tenîs û hwd bên tertîpkirin.
Hat ragihandin ji kesên ku bixwazin beşdarî şaxa ciwaniyê bibin tu heq neyê standin.(ÎLKHA)