• DOLAR 32.382
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2326.088
  • ...
Malbata ku qîza wan winda bûbû HUDA PARê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Gul Gonca Çelîka ku winda bûye di dema ziyaretê de mexdûrîyeta ku ev bû bi salan ew dijîn anî ziman û ji Serokê Bajêra HUDA PARê Nekşî Erat teleba alîkariyê kir.

Cuma Çelîkê ku bavê qîza wî winda bûye ye di derbarê  mijarê de destnîşan kir kesên rayedar bi şikleke baş alîkariya wan nekirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rebbê min ji we razî be.Çareya dawî hûn in.Min jî we ziyaret kir. Kû der hewce be ez ê li deriya wan bixim.Bes ku bila Rebbê min hinekan ji bo dîtina qîza min bike wesîle.Ez dixwazin qîza min bê dîtin.Ez tiştekî din naxwazim.Ez ji sala 2008an ve li qîza xwe digerim.Dema ku min li qîza xwe digeriya min fotografên qîza xwe bi her derê bajêr ve daleqand.Lê belê ev fotograf ji teref Şaredariya Mezin a Dîlokê ve hatin berhevkirin.Ez ji vê derê bang li Fatma Şahîn dikim. Dibû ku ev ewlad a te jî bana.Çima fotografên qîza min didin berhevkirin.Ez pêşî ji Xweda Teala û dû re jî ji kesên rayedar alîkariyê teleb dikim.”

Di dema ziyaretê de Serokê Bajêra Dîlokê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat destnîşan kir ji bo dîtina qîza wan a windabûye çi ji destên wan bê ew ê bikin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir