Li Mêrdînê wesayîta bombebarkirî hat girtin
Li navçeya Stewrêya Mêrdînê mînîbûseke bombebarkirî hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li navçeya Stewreya Mêrdînê li nêzî gundê Kirkdîrekê, wesayîteke bombebarkirî ya ku li ber rê ji teref PKKyiyan ve hatibû parkkirin hat girtin.
Wesayîta bombebarkirî ya ku hat tespîtkirin, bi kontol hat îmhakirin.Hat hînbûn di nava wesayîta ku hat girtin de nêzî 2 ton bombe hebû.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)