Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu peyama sersala Hîcrî weşand
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi daxuyaniya nivîskî ya ku weşand sersala Hîcrî ya alema Îslamê tebrîk kir û temennî kir ku sersala Hîcrî ya nû ji temamê însanan re bibe wesîleya aştî, selamet, ewlehî û edaletê.
Hîcret ‘hereketeke koçê’ ya ji rêzê nîne
Yapicioglu di daxuyaniya ku weşand de destnîşan kir roja ewil a Meha Muharrema ku wek ‘Meha Xwedê’ tê diyarkirin ji teref Alema Îslamê ve wek sersala Hîcrî tê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Hîcret hereketeke koçê ya ji rêzê nîne. Lewra hîcret him di jiyana Resûlullah û him jî di Ummeta Îslamê de xwediyê cihekî girîng e.Lewra hîcret ji hêla înqilaba Îslamê ve bûye xala wergerê û ji hêla Muminan ve jî bûye destpêka ‘tesîskirina civaka edaletê.’Digel hicretê ne tenê Misliman bi heman awayî temamê mensûbên netewe û dînên cuda jî dînê Îslamê ya ku dînê edalet, selamet û silhê ye nas kirine.”
Yapicioglu di dawiya daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir pêwîst e 1ê Muharrema 1438an weke roja ewil û bi ‘Rihê Hicretê’ bê jiyîn û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ez bi vê wesîlê sersala Hîcrî ya alema Îslamê tebrîk dikim û ez ji Xweda temenî dikim ku sersala Hîcrî ya nû ji temamê însanan re bibe wesîleya aştî, selamet, ewlehî û edaletê.”(ÎLKHA)