• DOLAR 32.324
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2295.944
  • ...
SON DAKİKA
 "Li Helebê sûca mirovahiyê tê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Biratiya Îslamî û Piştgiriyê ya Çewlîgê ji ber ku êrîş li siwîlan tê kirin daxuyaniya nivîskî da û êrîşên ku tên kirin şermezar kir.

Yusuf Bogatekîn piştî nimêja cinazeyan daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku li Helebê sûcê mirovahiyê tê kirin. Her wiha wî destnîşan kir ku di heftiyekê de nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bogatekîn di axavtina xwe de wiha ayetê anî bibîranîn: “Dê bê guman têka we biçe û dê hûn têkevin Cehennemê. Li wir çi derekî dijwar e.”

 “Li Helebê sûca mirovahiyê tê kirin”

Bogatekîn diyar kir ku di bombebarankirina li Helebê de zarokên belengaz û pîrek tên qetilkirin. Dûvre Bogatekîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eşqiyayên Esed û Ûris bi destûra Emrîka û bêdengiya dinyayê qonvoyên xwe bixwe jî bombebaran dikin. Li Helebê mirov dibêje qey ji bo ku ekîbên tendirûstiyê nehêlin dixebitin.”

Bogatekîn diyar kir ku bê guman sedema beşdarbûna Ûris DYE ye. Dûvre Bogatekîn wiha pê de çû: “Ev 6 sal e ku gelek derên cîhanê civîn derewîn tên lidarxistin, bi şiklekî derewîn ev êrîş tên şermezarkirin û Cenevreya ku wek şanoye hat lidarxistin da ku rejîma Sûrî xort bibe.”

 “Ev 6 sal e ku li Helebê bi sed hezaran însan hatine qetilkirin û ev yek hêj jî didome”

Bogatekîn destnîşan kir divê ku bê zanîn da ku derdê DYE û Ûris demokrasî nîne. Bogatekîn dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dibin şahid ku kafir û hevkarên wan ên li herêmê bi hemî hêzên xwe ve ev 6 sal e ku li ser gel bombebarankirin. Di gel van bûyerên ku diqewimin maşeya Neteweyiyên Yekbûyî bê deng maye û bi vî yekê daye nîşandan ku alîgirê zaliman e. Divê ku Misliman jî bizanin ku gotinên di der warê demokrasî û mafên însanan de hemî derewin.”

 “Roj ew roj e ku em dengê xwe bilind bikin û xwedî li birayên xwe derkevin”

Bogatekîn ragihan pêwîst e ji zilma ku li Sûrî tê kirin re tu kes bê deng nemîne. Dûvre Bogatekîn wiha destnîşan kir: “Ev gel maskeya hêzên şerê yên ku piştgirî didin rejîma Esed daxistin û bi vî yekê ders dane dinyayê. Îro birayên me yên Sûryeyî wek dana bedelên giran heqîqetê dane nîşanê însanan. Em jî ji vir bang li hemî însanan dikin; ‘dema ku her tişt eşkere ne heke hûn xwe li pişta hesabên polîtîk veşêrin û ji zûlmê re bimînin bê deng îro agira ku Sûrî dişewetîne dê sibe ev agir dest bi şewata alema Îslamê bike û dê kesên din ji were deng dernexin. Ji ber vî yekê roj ew roj e ku em dengê xwe bilind bikin û xwedî li birayên xwe derkevin.”

Bogatekîn wiha belav kir: “Ey Ûris, DYE. Ey Ewrûpayê dû rû û ey dewletên li herêmê  ya ku polîtîkayên wan îflas bûne. Gotinên we yên demokrasî û mafên însanan bes ji derewan pêk tê. Îro xwîna ku hûn li çar terefên Sûrî tên rijandin înşaellah dê bibe wesîla hêvîyan û ji dîrokê re bibe şahid.”

 “Tiştên ku li Sûrî diqewime ji bo Ummetê pir kovandar e”

Bogatekîn diyar kir ku dê ew piştgirî bidin gelê Sûrî. Dûvre Bogatekîn wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em dizanin ku ev tiştên diqewimin ji bo ummetê gelek bi jan e û em ji vir dengê xwe bilind dikin û hewl didin ku şahidiya xwe bidin nîşandan. Tiştên ku li Sûrî diqewime ji bo Ummetê pir kovandar e. Belkû li ser serê me bombe nateqin lê bi hestên kûr ên biratiyê em hewcedarî dibînin ku hinek tiştan bibêjin û em vî yekê temenî dikin ku di nezdê Xweda de mezeret bibe. Her wiha kî dibe bila bibe dê em dijî zaliman bibin. Em hêvî dikin ku em ji kesên ku xwe kerr dikin nebin. Berevajî kesên ku dengê xwe derdixin bibin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir