Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 mirî, 25 birîndar
Hat ragihandin di qezayên trafîkê yên ku li Rihayê pêk hatin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran tevde 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di qezayên ku li navçeyên Sîwerek û Wêranşarê pêk hatin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran tevde 25 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li navçeya Sîwereka Rihayê serwîsa xwendevanan qeza kir, di qezaya ku pêk hat de şofêrê serwîsê jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran tevde 19 xwendevan jî birîndar bûn.Bi heman awayî dîsa di qezaya ku li ser Rêbeja Sîwerek-Diyarbekirê pêk hat de jî kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Qezayeke din li navçeya Wêranşara Rihayê pêk hat.Hat ragihandin di qezaya ku li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser 6emîn kîlometreya Rêbeja Riha-Wêranşarê di derdora seat 11.00an de pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de Abdulsamed Çevîk, Îbrahîm Babaç û Mehmet Babaç birîndar bûn.
Kesên ku di qezayan de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan û di derbarê qezayan de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)