Li Wêranşarê qeza: 3 birîndar
Li navçeya Wêranşara Rihayê di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin di qezaya ku li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê pêk hat de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser 6emîn kîlometreya Rêbeja Riha-Wêranşarê di derdora seat 11.00an de pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de Abdulsamed Çevîk, Îbrahîm Babaç û Mehmet Babaç birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.(ÎLKHA)