• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Denîzliyê qezaya trafîkê: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li navçeya Çîvrîlê Denîzliyê qezaya trafîkê pêk hatiye û di encama qezayê de 6 kes birîndar bûne.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza di derdora saetên şevê pêk hatiye. Di encama lihevqelibîna wesayîtên bi leqeyên 06 NCE 44 yê ku ajovanê wê Adnan Çetînkaya (47) bû û pleqeya 35 BSB 66 ya ku ajovanê wê Reîs Erdogan bû de 6 kes birîndar bûn. Dûvre ekîbên ambulansê sewqê wir kirin.

Di encama qezayê de Dudu Çetînkaya (38), Adnan Çetînkaya (47),Cennet Çetînkaya (44), Melîh Arda Çetînkaya (9) û Gokhan Çetînkaya (10) birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çivrilê. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir