• DOLAR 32.663
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2508.569
  • ...
Ezma xebatê ya kalê 76 salî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îbrahîm Xelîlê Nohutê ku di sala 1940an de li Taxa Bîleka Entabê ji dayîk bû bi ezm û cehda xwe ya jiyanê û her wiha bi xîreta xwe ya xebata rez ji derdora xwe re dibe mînak.

Nohutê ku destnîşan kir kêfa wî ji karê ziraetê re tê di derbarê mijarê de wiha axivî: “Çendîn sal e ku ez karê zîreatê dikim.Di nava wê rezê ku ez wek zarokên xwe lê dinêrim dema ku ez digerim û rêzê xwe diqurefim pir lezetê jê digrim. Ji vî karî kareke din a bi lezet nîne.Tu digel zêç û zarokên xwe tê nav rez û rezê xwe diqurefe û tirî îkramî dostên xwe dike.Ez ji ber ku dixebitim pir kêf xweş im.”

Nohut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji tiriyê ku berhev dike bastîq, benî û dims çêdikin û bi van ew debara xwe dikin.

Nohut her wiha destnîşan kir şixul betlandinê nade wî û wiha li  axavtina xwe zêde kir: “Ez  her demsal û her roj di nava rezan de dixebitim.Temamê malê min rezê min e.Qurifandina rezan nêzî mehekê didome.Xweda nesîbê me dide me.Hemd ji Xwedê re em îdare dikin.”

Nohut di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir karê  xebatê karê ezmê ye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Xortên a niha mixabin çavên xwe li tiştên hazir digêrînin.Ji ber ku li televizyon û telefonê dinihêrin naxwazin bixebitin.Ez digel vê emrê xwe di rezan de dixebitim.Di wextê dermankirinê de rez derman dikim û bi traktorê jî rezê xwe diajom.Her wiha di wextê qesaxê de jî rezê xwe diqesixînim.Dibe ked hebe da ku mehsûl jî hebe.Ger ku tu pê re te’bê nebîne tiştek nabe.Ev bû 25 sal ku ez weke ku zarokên xwe binêrim li van rezan dinêrim.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir