• DOLAR 32.56
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2432.082
  • ...
SON DAKİKA
Lozan, ji aliyê Misaq-i Mîllî ve serkeftin nîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gotinên Serokomar Recep Tayîp Erdogan a wek ‘hinek kesan hewl dan ku Lozanê wek serkeftin bidin nîşandan’ di rojevê de tê gengeşekirin. 

Di derbarê mijarê de Serokê Beşa Hunerên Îslamê ya Tirkan ê Zanîngeha Dîcleyê Yrd. Doç. Dr. Oktay Bozan diyar kir dema ku mirov ji aliyê Mîsak-i Mîllî ve li Lozanê dinêre peyman serkeftin û zafer nîne. Bozan diyar kir gelek pirsgirêkên ku îro li Tirkiyê heye sedema wê Peymana Lozanê ye û di peymanê de gelek tewîz hatine dayîn.

Bozan ragihand nirxandina di derheqê Lozanê de ya ku peyman ji bilî ve hezîmet e çewt e. Dûvre Bozan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mimkûn e ku mirov bibêje di peymanê de him serkeftin û him jî hezîmet heye. Tewîzên herî mezin Musul û Kerkûk in. Mimkûn e ku mirov bibêje îro li Tirkiyê sedema Pirsgirêka Kurdan Lozan e. Lewra dema ku mirov li Bakûra Sûrî dinêre pêkhatina koridora terorê rast e rast encama Lozanê ye. Pêwîst bû ku di sînûrên Mîsak-I Mîllî de ji Afrînê heta Misûl, Batum û Trakyaya Rojavayê di nav sînûrên neteweyî de bûbûya. Mijara Qibrisê jî ji mijarên ku hatiye destdayîn de ji wan yekî ye.”

Bozan anî bibîranîn ku Îsmet Înonu wek wekîl beşdarê Lozanê bûye, ew dîplomatekî baş nebûye û pirsgirêka wî ya bihîstinê hebûye. Fransewî nedizaniya û wek ferdî di derbarê şopandina mizakere û bersivandinê de kêmasiyên wî hebûne.

Bozan bal kişand di heyama ku Peymana Lozanê hatiye îmzakirin de di rojevê de tê diyarkirin ku ji xeynî belgeyên zahirî di piştî perdê de peymanekî weşartî hebûye. Dûvre Bozan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku civîn dest pê dike wiha diaxive; ‘Hûn dev ji Îslamiyet û nûnertiya wê dev berdin. Dê hûn wê çaxê bi Ewrûpayê re li hev werin. Dê piştgiriya Ewrûpayê û alîkariya wê ji bo we bidome.’ Piştî Lozanê xelîfetî tê rakirin û piştî rakirina xelîfetiyê Îtalya, Îngîlîstan û Frensa peymanê îmza dikin. Ev yek watedar e.”

Bozan destnîşan kir ku heke mirov ji Lozanê re bibêje serkefin û zafer e dê mirov neheqiyê li Micadeleya Neteweyî bike. Dûvre Bozan wiha pê de çû: “Tu axên ku me di Micadeleya Neteweyî de qezenc kiribû me di Lozanê de qezenc nekir. Derên ku di Lozanê de hatine bidestxistin bi tevahî di Micadeleya Neteweyî de di nac artêşê bûye an jî hatiye bidestxistin. Divê ku mirov bibêje lihevhatin e. Em dikarin bibêjin ku ev yek lehê xerbê, Yunanîstan û qisman lehê me ye.”

Bozan wiha pê de çû: “Me Lozanê di dawiya Micadeleya Neteweyî de îmza kir. Me di gelek cephan de şer kir. Me diyar kir ku Lozana ku bi vî şiklê wek parelel a Micadeleya Neteweyî ji aliyê Misaq-i Mîllî ve serkeftin nîne.”

Bozan wiha dawî li axavtina xwe de wiha diyar kir: “Îro encamên Lozanê ya li Tirkiyê pirsgirêkên ku diqewimin encama peyamê ye.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir