Li Bedlîsê qedexeya civîn û daxuyaniya çapemeniyê
Hat ragihandin ku li Bedlîsê her cûr meş, mîtîng, civînên derên girtî û vekirî û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.
Hat ragihandin ku li Bedlîsê her cûr meş, mîtîng, civînên derên girtî û vekirî, vekirina stantan, vedana konan, çalakiyên rûniştinê, belavok û konser di nabeyna dîrokên 01-03an de hatine qedexekirin.
Di daxuyaniya ku ji teref walîtiya bajêr ve hat dayîn de wiha hat belavkirin: “Ji ber ku ji teref Midûtiya Giştî ya Ewlehiyê û TSKyê ve di serî de PKK û DEAŞ li rêxistinên terorê operasyon tên lidarxistin û tê zanîn ku li welatê me rêxistinên teroran hewl didin ku êrîşê deran bikin qedexeya her cûr meş, mîtîng, civînên derên girtî û vekirî, vekirina stantan, vedana konan, çalakiyên rûniştinê, belavok û konser di nabeyna dîrokên 01-03an de hatine îlankirin.” (ÎLKHA)