Li Diyarbekirê di 13 gundan de qedexeya derketina derve
Walîtiya Diyarbekirê ragihand di 13 gundên ku girêdayê navçeyên Lîce û Hênê ye de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku di 8 gundên Lîcê û 5 gundên Hênê de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin ku li qadên daristanên navçeyên Lîce û Hênê ji bo ku penageh, wargeh, depoyên PKKê werin îmhakirin operasyon hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li gundên Bîrlîk, Şenlîk, Abalı, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy û Daralanê yên ku girêdayê Lîcê ye ne û gundên Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Serenkoy û Uzunlarê yên ku girêdayê navçeya Hênê ne qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. (ÎLKHA)