• DOLAR 32.371
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2325.427
  • ...
Karê şaredarîyên HDPyî hemwelatî dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê ku li navçeyên Qoser û Artukluya Mêrdînê dijî ji ber ku şaredariya mezin û yên navçeyan ên HDPyî xizmetê nakin, gazin kirin.

Xelkê ku ji bo peyarêyên li  kolan û sikakan bên çêkirin  çendîn caran muracatî şaredariyê kirin  û bi dehan caran xwestekname dan şaredariyê  ji ber ku her carî bersiveke neyînî standin çareya serê xwe nihêrtin. Hemwelatiyan peyarêyên ku diviyabû ji teref şaredariyê ve hatibana çêkirin ew bi xwe çêdikin. Hemwelatî di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn û ji şaredariyê re bertek nîşan dan.

“Ev peyarêya ku diviyabû şaredarî çêkiribana ez bi xwe çêdikim”

Haci Xelef Turayê ku li Taxa Sanayiya  Qosera Mêrdînê îqamet dike di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji bo peyarêyên li ber devê dikan û malên me bên çêkirin min du caran serî li şaredariyê da, lê belê her du caran jî bersiveke neyînî dan min.Ji ber vê yekê a niha ez vê derê bi perê xwe çêdikim.”

 “Ger ku em betonê nerjînin dê zivistanê ev der tev bibin herî”

Turayê ku ji rewşê re bertek nîşan da di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ne tenê peyarê bi heman awayî kolan jî xera bûne.Lê belê nayên çênakin.Em bi qasî derfetên xwe li peyarêyan betonê dirjînin.Lewra pêşiya me zivistan e.Ger ku em betonê nerjînin dê zivistanê ev der tev bibin herî. Hûn halê kolanê dibînin, tev kort û çal in.Kevirê parkeyê nînin, ger hebin jî em nizanin wan keviran deynin.Diviyabû şaredarî hatibana vê derê çêkiribana, lê nayê çênake.Em çi bikin a niha  ev ji destê me tê.”

 “Şaredarî xizmetê nake”

Kesê bi navê Evdileh Turan ê ku li Semta Yenîşehîra navçeya Artukluya Mêrdînê dijî jî di derbarê mijarê de  destnîşan kir karê ku divê şaredarî kiribana ew dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Peyarêyên me tev xerabûyîne, lê tu kes pê eleqedar nabe. Zivistanê dema ku baran dibare malên me di bin avê de dimînin.Ka lê binêrin a niha em peyarêyê çêdikin.Ne dewlet ne jî şaredarî alîkariyê nake.Şaredarî tu tiştî nake.Em dîlekçeyan didin şaredariyê, lê tu kes guh nade me.Em jî ji ber vê yekê ji kîsî xwe mesrefê dikin. Tiştekî ku em bikin nîne.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir