• DOLAR 32.563
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2441.465
  • ...
Ji SDAMê rapora Medrese û Perwerdehiya Dînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Streatejî Raman û Analîzê (SDAM) li raporek made kir. Di raporê de Medrese û Perwerdehiya Dînê de ji damezrandina Medrese, Îmam Xatîb û Fakulteyên Îlahiyatê heta îro ji merhale û qonaxên ku derbas bûye, pirsgirêkên îro û pêşniyazên çareseriyê cî digire.

Di vî rapora ku bi şiklekî hûrgilî û rêkûpêk hatiye amadekirin de bi gelek kesên ku têkiliya wan bi medrese û îlahiyatê re heye hevdîtin hatiye kirin. Di raporê de pêvajoya tarîxî medreseyan ên ku navendên perwerdehiya Îslamê ye, ilmên ku tên xwendin, fealiyetên ku tên rêvebirin, pirsgirêk û çareseriyên di derbarê vî yekê de cî digire.

Di raporê de bal tê kişandin ku ‘pergala dibistanan’ a ku piştî Osmanî çanda alafrangayî şopand komarê medreseyan tesfiye kir û ev yek bê alternatîv ma. Dûvre di derbarê xizmetên dînî û medreseyan de valahî çêbû. Dibistanên Îmam Xatîb û Fakulteyên Îlahiyatê hatin vekirin da ku ev valahî ji holê rabin.

Di raporê de Medrese û Perwerdehiya Dînê de ji damezrandina Medrese, Îmam Xatîb û Fakulteyên Îlahiyatê heta îro ji merhale û qonaxên ku derbas bûye, pirsgirêkên îro û pêşniyazên çareseriyê cî digire. Di rapora ku ji teref SDAMê ve hatiye amadekirin de qal tê kirin ku di gel hemî qedexe û pirsgirêkan medrese ji holê ranebûne û her wiha Dibistanên Îmam Xatîb û Fakulteyên Îlahiyatê yên ku di van salên dawî de bi şiklekî zêdeyî eleqe dibînin.      

 “Medrese gor armanca Perwerdehiya Însana Îdeal xizmet kiriye”

Di raporê de wiha hat destnîşankirin: “Karûbarên perwerdehiya ewil a ku bi komekî biçûk a helqeya dersê ya li Mekê di nabeyna Mislimanan de dest pê kir piştî hîcreta ku li Medînê hat kirin zêdetir bû. Bi destpêkirina fethan re a ku axên Îslamê berfireh kir û kom û eşîrên ku nû bûn Misliman jî hewcedariya wek sîstematîk û sazmanî anî rojevê.” Her wiha hat diyarkirin ku li gelek derên alema Îslamê medrseyan di serî de alim û rêvrbirên dewletê gor armanca Perwerdehiya Însana Îdeal xizmet kiriye.

“Divê ku civînên şêwrê were lidarxistin”

Ji aliyê Mifredatê ve medreseyên ku di heyama damezrandinên xwe de jî di qadên astronomî û tibê de perwerdehî dane tengasî heye. Ji bo ku nêrîna muhekeme û fikirandina feqiyan baştir bibe û ji bo qernê alimên ji aliyê ilmê ve xemilandî bibin di serî de Dîroka Dînan, dîroka civaknasî û Felsefeya Dînan mifredat were dewlemendkirin. Dûvre rapor wiha hat domandin:

“Divê şaristan û medeniyeta Îslamê ya ku dê ji nû ve ji mirovahiyê re rêbertî bike di qada perwerdehiyê de bi qiwet bibe. Divê saziya ku perwerdehiya dînê didin bi şiklekî cidî were islehkirin û bersiva ihtiyaciyên qernê bide. Di bergeha vî yekê de divê ku perwerdehiya medreseyên li Tirkiyê, dibistanên Îmam Xatîbê û Fakulteyên Îlahiyatê were şopandin, kêmasî werin tespîtkirin û temînkirin. Pêwîst e ku alimên medreseyan, mamosteyên Îmam Xatîb û Fakulteyên Îlahiyatê, civaknasên perwerdehiyê û pedagog sempozyom û civîn lidar bixin.”

 “Medrese saziyên me yên perwerdehiya pergalî ya ewil e”

Medrese, di avakirina Şaristan û medeniyetan de piştgiriya mezin kiriye. Ji dîroka Îslamê pê ve şexsiyetên alim û zilamên dewletê yên girîng bûye sedema medreseya saziya sîstematîk a herî mezin a ku sîstematîk ders didin. Di vî yekê de saziya herî ewil medreseyên ku sîstematîk ders didin. Medrese saziyên me yên perwerdehiya pergalî ya ewil e.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir