Xana Duhanê ya dîrokî bi tunebûnê re rû bi rû maye
Li Bidlîsê Xana Duhana dîrokî ya ku li ser rêya Hevrîşîmê cihê qûnaxeke girîng e bi tunebûnê re rû bi rû maye.
Ji wan xanên ku di wextên berê de dema ku wesayît tunebûn însan lê radiwestiyan û behna xwe vedidan îro hinek ji wan hilweşiyane, hinek ji wan bûne cihê heywanan û hinek jî bi hilweşînê re rû bi rû mane.Ji van xanan yek jî li ser 30emîn kîlometreya Rêbeja Bidlîs-Diyarbekirê ye.Xana bi navê Xana Dûhanê yê ku di wextê xwe de ji bo Rêya Hevrîşîmê rêyeke girîng bû îro ji ber bêeleqetî û bêxwedîtiyê bi hilweşînê re rû bi rû maye.
Di derbarê mijarê de Wezîfedarê Hîndekariyê yê Zanîngeha Bidlîs Erenê Mehmet Torehan Serdar destnîşan kir dîroka avakirina xanê nayê zanîn û wiha got ‘Rewşa a niha ya xanê li dijî dîrokê bê rumetî ye’ û bang li rayedaran kir da ku wezîfeya xwe bi cî bînin.
Serdar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev xan heta sala 1960an jî dihat bikaranîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev der ciheke pir girîng e, di wextê xwe de gelek zêde xizmet daye. Nexasim piştî Xana Marsa û Qelaya Marsayê kerwan li vê derê radiwestiyan.Li wê derê pîrekê dîrokî heye.Piştî ku rê hat guhartin re ev pir xera bû û xan jî hat terkkirin.Diviyabû wisa nebûba.Dema ku em diçin Ewrûpayê em dibînin ku berhemeke 100 salî muhafeze dikin.Lê belê em pîrekê ku 300 sal an jî zêdetir temena wê heye mihafeze nakin.Ew xan bi tena serê xwe hatiye hiştin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.”
Serdar di dawiya axavtina xwe de bang li rayedaran kir û ji wan teleb kir ku demildest Xana Duhanê bê restorekirin.(ÎLKHA)