• DOLAR 32.381
  • EURO 35.066
  • ALTIN 2324.96
  • ...
Amûra hevpar a çandên cûda: Erbane
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yoldaşê ku ev 30 sal e erbaneyan çêdike ji ÎLKHAyê re axivî

Yoldaşê 70 salî di derbarê mijarê de destnîşan kir erbane ji darên bî û spîndarê û ji eyarê ku di avê de dihêt sekindanin tê çêkirin û wiha li axavtina  xwe zêde kir: “Ez wan erbaneyên ku çêdikim heta bi Hollanda, Îsveç, Elmanya, Iraq,Erebîstan û Çînê dişinim.”

 “Erbaneyên ku min çêkirine heta bi Çînê çûne”

Yoldaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew heta niha ji zêdetirî 100 hezarî erbane çêkiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê li Taxa Elî Paşa kekekî me bi navê Sofî Huseyn hebû.Li Diyarbekirê tenê wî erbane çêdikir.Piştî ku ew rehmet kir re tu kesî êdî erbaneyan çênekir.Rojekê ez li mevandarîyê bûm.Yekî erbaneyeke teqiyayî anî û gazin kir ku êdî tu kes nîne erbaneyan çêbike.Min rahişte wê erbanê û wê tamîr kir.Ji wê rojê ve ji kî re erbane lazim bû hat ba min.Ji wê rojê ve ez erbaneyan çêdikim.Min fêm kir ku êdî ev nobed dewrî min hatiye kirin û min vî karî domand.Ev bû 30 sal ku vî karî dikim.Min heta îro ji 100 hezarî zêdetir erbane çêkir.Erbaneyên ku min çêkirine heta Çînê jî çûne.

 “Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat tu kes nîne ku vî karî bike”

Yoldaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir Erbane ji welatên Ereban hate Mezopatamyayê  û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema ku min hê nû dest bi vî karî kir, min di mehekê de tenê 2 an jî 3 erbane diforit.Lê a niha hemd ji Xwedê re 20 heban difiroşim.Îro ji erbanê re raxbet heye. Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat tu kes nîne ku vî karî bike.Li Diyarbekirê ez tenê erbaneyan çêdikim.Lê ev ked û xebata min ji teref mezinên Diyarbekirê ve nayê dîtin û tu kes nayê pirsa min nake.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir