• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Bi projeyên saziya paralel muwekîlên min hatin cezakirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîrhan Ozbekliyê parêzerê Turgay Bîlge û Mehmet Aksa yên ku bê delîl cezaya sermedî ji wan re hatiye dayîn diyar kir ku di her niştinê de bendewar bû ku muwekîlên wî werin tehliyekirin lê bi dosyayên ku FETO amade kiriye ew hatine cezakirin.

Bes ji ber ku ji bo Îslamê xizmet dikirin Turgay Bîlge û Mehmet Aksa ji teref FETO/PDYyê ve wek hedef hatin dîtin û di bin îşkenceyan de gelek belge bi wan dan îmzakirin û di encama vî yekê de jî bê delîl cezaya sermedî dan wan.

Mîrhan Ozbekliyê parêzerê Turgay Bîlge û Mehmet Aksa yên ev 21 sal e ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin diyar kir serokê mehkemê Suleyman Înce, hakimê ku endam e Omer Sevgîlîocak û dozger Mustafa Şahîn ên ku îmzaya wan di vî biryarê de hebû di bergeha lêpirsîna FETO de hatine girtin.

Ozbeklî diyar kir biryarên ku ji teref dadgehên mehelî ve hatine dayîn çendîn bar ji teref dadgeha bilind ve hatiye fetilandin û ji bo ku dosya ji dadgeha bilind neyê fetilandin mehkeme biryara pêwîstekî bi sedan rûpel amade kiriye û ji pejirandina dadgeha bilind derbas kiriye.

Ozbeklî diyar kir di niştinê de ji bo ku şahid bersûcan nas nekin redkirina sûcên ku ji teref şahidan ve pêk hatine nehatiye dîtin. Dûvre Ozbeklî wiha li axavtina xwe zêde kir: “muwekilên min ên Turgay Bîlge û Mehmet Aksa 21 sal berê li bajarê Diyarbekirê hatin binçavkirin. Demekî dirêj liv an îşkence hat kirin. Piştî ku muwekilan derxistin mehkemê ew hatin girtin. Dadgeh beriya biryara ku hê nehatibû dayîn diyar dikir ku dê muwekîl werin beraetkirin. Muwekîlên min di mehkemê de ji ber ku di heyama binçaviyê de îşkence li wan hatibû kirin gilîdar bû. Ev gilî di girtenameyan de jî cî girt. Lê di derbarê vî yekê de qet doz nehat vekirin. Ji muwekîlên min re bi binasiya endambûna rêxistinê hikim hat dayîn. Dozgerê dosyayê biryarê temyiz kir. Dadgeha bilind ji ber kêmasiya isûlê vî dosyayê xera kir. dosya ji dadgeha bilind zivirî mehkemeya mehelî.”

 “Em hêvîdar bûn ku ji ber endambûna ji rêxistinê re ceza were dayîn lê 36 sal ceza hat dayîn”

Ozbeklî bal kişand ser heyama ku dosya hat mehkemeya mehelî û dûvre wiha pê de çû: “Ev heyam wextê heyama ku daraza saziya paralel xurt bû ye. Saziya paralel di wê heyamê de bi rahetî hakim û dozgeran birêve dibir. Di derheqê muwekîlên min de îsnadên sûcê hebûn. Lê delîl qet tunebû. Di dosyayê de mirin, kuştin û birîndarbûn tunebû. Em hêvîdar bûn ku ji ber endambûna ji rêxistinê re ceza were dayîn lê 36 sal ceza hat dayîn.”

Ozbeklî diyar kir ku ew ji biryara ku hatiye dayîn re pir heyiriye. Dûvre bi binasiya darizandina dirêj û muemeleyên xerab dosyayê birine Mehkemeya Mafên Însanan a Erûpa (AÎHM) û ev mehkeme jî Tirkiyeyê neheq derxistiye.

 “Divê ku Wezîrtiya Edaletê di derbarê vî yekê de demildest gav bavêje”

Ozbeklî ji bo darizandinekî nû a ji muwekilên xwe re bangewazî kir. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heke rastî jî tê xwestin da ku hiqûq were tetbîqkirin û di derbarê vî yekê de hewl tê dayîn ku îradeyekî baş pêk were divê ku Wezîrtiya Edaletê di derbarê vî yekê de demildest gav bavêje.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir