• DOLAR 32.483
  • EURO 34.843
  • ALTIN 2448.185
  • ...
Divê ku biryarên hakim û dozgerên FETO dane neyên qebûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Him mexdûriyetên ku derbekerên 28ê Sibatê pêk anîne û him jî yên FETO/PDY roj bi roj bi şiklekî cûda derdikeve holê.

Ji van mexdûriyetan yekî jî mexdûriyeta malbata Arslanê ya ku li Bedlîsê dijî ye. Ji malbatê Îsmaîl Arslan destnîşan kir ku Şerafettîn Arslan wek zanîn ji teref saziya FETO ve hatiye mehkûmkirin. Ji ber vî yekê ew gelek mexdûr bûne û di encama vî yekê de jî bavê wî jî ber nexweşiyê nedaye û jiyana xwe ji dest daye.

 “3 caran cezaya sermedî ya ku hatiye girankirin dane kekê min”

Îsmaîl Arslan diyar kir ku kekê wî ev 16 sal e ku di girtîgehê de ye. Arslan komployên ku ji kekê wî hatiye lidarxistin ji ÎLKHAyê re ragihand. Arslan diyar kir dema ku kekê wî li Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê di pola 3 yemîn a beşa Endazyariya Makîneyan de bûye hatiye girtin. Dûvre Arslan wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Dema ku kekê min li zanîngehê di pola 3 yemîn de dixwend di sala 1999an de hat girtin. Xwendekarekî pir jêhatî bû. Bavê min gelek jê hez dikir. Ji bo ku bixwîne di derfetên kêm de pir hewl da. 16 sal berê dema ku kekê min di zanîngehê de dixwend ji teref xwendekarên çepgir ve dihat acizkirin. Kekê min dema ku rojekî bi 3 hevalên xwe piştî nimêja mexrîbê derdikeve dûçarê êrîşa kevir û kêrî ya vî komê dibin. Me bihîst divî şera ku wek pevçûna kolanan dihaht navandin de xwendekarên alîgirên çep birîndar bûne. Dûvre ev bûyera kolanê wek sûcê rêxistinê hat hesibandin û 3 caran cezaya sermedî ya ku hatiye girankirin dane kekê min.”

“Ev biryar ji bilî ve dijî hiqûqê ye”

Parêzerê dozê jî diyar kir ku ev şer di nabeyna 2 koman de derketiye û diyar nîne ku kî çawa kî daye ber kêran. Ev yek jî di DGMyê de wek sûc hatiye hesibandin û di encama vî yekê de jî doz wek cazaya sermedî dawî dawî lê hatiye.

Parêzerê dozê wiha di derbarê mijarê de axivî: “Di bûyera ku ne diyar e kî çawa kî kêr dike de yekî dimire. Piştî ku Şerafettîn, Îlhan û Kemal tên girtin bi hinceta ku ev doz dijî dewletê hatiye kirin di DGMyê de doz vedibe. Piştî demekî dirêj di sala 2002yan de bi guhertina qanûnê doz întîqalê Mehkemeya Cezaya Giran a Agiriyê ya 3 yemîn dibe. Gor madeya 463yan pêwîst bû ku darizandin bihatiba kirin. Ev yek çênebû. Di şûna vê de doz wek siyasî hat hesibandin. Û gor madeya 146an cezaya sermedî a ku hatiye girankirin hat dayîn.”

Serokê Lijneya Rêveberiya Umut-Dera navçeya Tetwana Bedlîsê Yucel Oktay diyar kir ku neheqiyên ku hatine kirin derketine holê. Ji ber vî yekê divê ku darizandina ji nû ve pêk were. Her wiha Oktay ragihand ku dê wek komele vî mijara ku wek Yusufî tê navandin hertim bînin ziman.

Dûvre Oktay wiha li axavtina xwe zêde kir: “Neheqiyên ku .çendîn salin tên kirin derketine holê. Me dît ku FETO di nav dewletê de çawa bicî bûbû. Hemî raya giştî vî yekê dît. Wan saziyên xwe yên rêxistinê dijî cemaetan emilandin. Qumpas sazkirin û wan avêtin zindanan.”

 “Dewlet dengê xwe ji mexdûriyeta Yusufiyan re dernaxe”

Oktay bal kişand divê ku edalet bes ji bo hinek kesan pêk neyê. Dûvre Oktay wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di dozên Ergenekon û Balyozê de dît ku hemî dosyayan ji refan daxistin û ji nû ve darizandin çêbû. Di hindir de tu kes nema hemî hatin serbestberdan. Lê digel rewşa Yusufiyan a ku çendîn salê tê ziman her kes guhê xwe asê kiriye û hew didin ku vî yekê nebînin. Muemeleyekê din ji wan re tê kirin. Di holê de mexdûriyetekî cidî heye. Divê ku ev mexdûriyet ji holê werin rakirin. Divê dosyayên Alî Çelîk û Şerafettîn Aslan ji nû ve vebin û ew ji nû ve werin darizandin.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir