• DOLAR 32.589
  • EURO 35.059
  • ALTIN 2459.626
  • ...
"Ceyrana ku me îstîfade nekiriye ji me re kirine fature"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gel idîa kir ku ji ji teref DEDAŞê ve ji rêjeya ceyrana ku wan emilandiye zêdetir ji wan re wek fature hatiye nivîsandin. Ji ber vî yekê wan ji DEDAŞê re bertek nîşan dan.

Memûrên ku nû tayîna wan derketiye navçeya Hezexa Şernexê diyar kirin ku fatureya wan a ceyranê zêde hatiye. Gel destnîşan kir ku gelek kes bi vî şiklê hatine mexdûrkirin. Dûvre wiha ragihandin: “Ceyrana ku me îstîfade nekiriye ji me re kirine fature.” û bertek nîşan dan.

Memûran diyar kirin ji ber ku ew xerîbê herêmê ne nikarin pirsgirêkên xwe bi rehetî bînin ziman. Dûvre wan wiha ragihandin: “Me hêj nû abonetiya ceyranê ya xwe çêkir. Em ceyrana bi teseruf bikartînin. Lê mirov nikare van fatureyên ku tên fêm bike. Em ceyranên qeçax naemilînin. Di gel kêmbûna emilandina ceyranê fatureya me zêde hatiye. Miemeleya ceyrana qeçax ji me re kirine. Gelo ji 4 KWyê re 90 lîre tê?”

Dema ku ji tatîlê vegeraye bi fatureya ceyranê ya zê de re rû bi bû maye

Mamosteyekî diyar kir piştî ku ew ji tatîlê vegeraye bi fatureya ceyranê ya zê de re rû bi bû maye. Dûvre mamoste wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez li tatîlê bûm. Ji min re faturekî zêde birîne. Min mijarê ji wan re ragihand. Ji min re vî yekê gotin; ‘dema ku hûn çûn tatîlê diviya ku we xeber bidabûya me.’” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir